Ji ber tevli daxuyaniyê bûye dixwazin parlamenteriya wê bixînin

“Parlamentera HDP’e ya Rihayê Ayşe Surucu ji ber ku di daxuyaniya 25’ê Mijdarê de gotiye “Ji şîdeta li dijî jinan re na” te xwestin destnedana wê were rakirin.

 
Navenda Nûçeyan-  Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ji ber ku tevli daxiyaniya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Ser Jinan bûye tê xwestin  destnedayîna wê were rakirin.
Der barê parlamenterên HDP’ê de bi hincetên cur be cur 955 fezleke hatin amadekirin. Yek ji parlamenterên ku bi sucdariya skandal der barê wê de fezleke hatiye amadekirin jî Ayşe Surucu ye. Wekî hinceta vê yekê jî tevlibûna daxuyaniya çapemeniyê tê nîşandan.
“Ji bo ku belav nebin israr kir”
Di dosyaya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de hatiye diyarkirin ku walîtiyê ji deh roj berê ve li tevahiya bajar çalakiyan qedexe kiriye lê tevî vê jî di 25’ê Mijdarê de ji aliyê Meclisa Jinan a HDP’ê ve li pêşiya avahiya bajar a HDP’ê çalakiya bi navê “Ji Şîdetê li dijî jinan re na” hatiye lidarxistin, Ayşe Surucu tevli daxuyaniyê bûye û israr kiriye ku girse belav nebe.
Dozgeriyê bi hinceta ku Ayşe Surucu “Li dijî zagonê civîn û xwepêşandan li dar xistiye, pêşengî kiriye, bi beşdarbûna vana sûc kiriye” xwest destnedana wê were rakirin.