Ji ber têkçûna rewşa aborî jinên Adenê xwepêşandanek li dar xistin

Jinên li Adenê li paytexta demkî Adenê, li başûrê Yemenê ji ber têkçûna rewşa aborî xwepêşandanek li dar xistin û banga reforma ji bo karûbarên xirab kirin.

NÛR SIRÎB
Yemen-  Roja 1’ê Cotmehê jinên Adenê ku komek ji bijareyan bûn, ji jinên akademîsyen, aktîvîst, kesayetên medyayê û kesayetên civakî di nav de hebûn, ji ber têkçûna rewşa aborî xwepêşandanek li dar xistin û banga peydakirina karûbarên ceyran, av û dayîna meaş ji bo kesên nêzî 7 mehan e ji mûçeyên xwe mehrûm mane kirin. Jinan daxwaza mafên xwe kirin her wiha bihayê neftê yê her roja diçe zêde dibe gihîştiye ji sedî 100 û bandorek mezin li ser jiyanê dike jî şermezar kirin.
Jinên Adenê diyar kirin ku wê xwepêşandanên wan ên roja 1’ê Cotmehê roja Înê dest pê kirine 3 rojan bidomin da ku dengê jinên daxwaza mafên jiyana bi rûmet dikin were bihîstin. Di sê rojan de dibe ku serlêdana rayedarên aliyên pêwendîdar jî bikin û li wan ferz bikin ku şert û mercên jiyanê baştir bikin û çareseriyên lezgîn bibînin.
“Me bang kir ku hemwelatî ji vê rewşê rizgar bibin”
 
Der barê xwepêşandana jinên Adenê de profesora zanîngeha Adene bijîjk Yasmine Baghraib ji ajansa me re got: “Hemwelatî îro gelek êşan dikşînin. Debara endameke her malbetê nagihîje 50 dolarî. Ev yek jî ji ber bênirxbûna diravê herêmî û destwerdana li rêjeya danûstendina riyal li hemberî diravên biyanî yên ku îro bihayê kelûpelên xwarinê û hewcedariyên bingehîn kontrol dike çêdibe. Ji bilî, mûçeyên ne birêkûpêk, bi sedan malbat hene dahata wan a madî tune ye. Ji ber birîna mûçeyan, ew bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê îro me bangewazî kir ku hemwelatî ji vê rewşê rizgar bibin."
Biryar hat dayîn ku xwepêşandan heta roja 3’ê Cotmehê bi dawî bibe lê komîteya amadekar a xwepêşandanê roja Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku piştî şêwirmendiyê biryar dane ku çalakiya xwe dem bi dem bidomînin. Dîroka ragihandina xwepêşadanê dê di demên pêş de were eşkerekirin.