Ji ber şopandina êrîşa zayendî gef li Baroya Şirnexê hat xwarin

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz ku êrîşa zayendî ya çawîşê pispor li Şirnexê dişopand, ji raya giştî re ragihand ku hem ew, hem jî baro rastî gef û heqaretan hatiye.

Navenda Nûçeyan-Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz bûyera êrîşa zayendî ya çawişê pispor ku di 12’ê Nîsanê de li Taxa Dîcleyê ya navenda Şirnexê kiribû û pêvajoya hiqûqî dişopand, da zanîn ku li ser platforma medyaya dijîtal gef li wî hatine xwarin. Çawişê pispor Zekeriya Çelîk li dijî du jinên di riya xwe de dimeşiyan êrişa zayendî kiribû û Baroya Şirnexê jî pêvajoya hiqûqî ya bûyerê dişopand. Di heman demê de têkildarî pêvajoya hiqûqî raya giştî agahdar kir. 

Rojhat Dîlsîz, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal têkildarî gefên li baroya wan hatine xwarin û heqaretên hatine kirin daxuyanî da. Dîlsîz, da zanîn ku têkildarî gefên hatine xwarin, pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin û got: “Piştî agahiyên têkildarî pêvajoyê û parvekirinan, em rastî lînca hinek kesên niyetxerab hatin.” 

'Azadiya tu kesî tune ye ku sûcan bike'

Rojhat Dîlsîz, got ku di dosyayên faîlên wan polîs an jî leşker de faîl tên parastin û ev tişt anî ziman: “Me der heqê kesên gef xwarin û heqaret kirin de pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Di bîra civakê de wisa cih girtiye ku dema faîl hêzên ewlekariyê bin, faîl tên parastin û çanda necezakirinê dikeve meriyetê. Mixabin ev yek gelek caran vediguhere tundiyê. Yên ku gotina ‘Ne parlamenter ne jî şaredar, parêzer û hwd. azadiya kirina sûc a tu kesî nîn e û divê cezayê xwe bibînin’ ji ser zimanê wan kêm nabe; dema faîl dibe peywirdarê cemaweriyê bi yek dengî hewl didin veşêrin û êrişî me dikin. Bila baş were zanîn! Em kesên gefan li baroya me û li şexsê min dixwin û heqaretê dikin, qeyd dikin me der heqê wan de pêvajoya qanûnî daye destpêkirin.”