Ji ber şer û qeyranan pêlên krîza mirovî li El-Ebiyadê kûrtir dibe

Ji ber berfirehbûna pevçûnê û xirabûna xizmetên bingehîn hişyariyên li ser krîza mirovî ya li bajarê El-Ebiyad zêde bûne. Ev rewş rê li ber gihandina alîkariyên mirovî ji bo bi milyonan mirovên hewcedar li Sûdanê digire.

Navenda Nûçeyan – Ji ber ku şerên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de didomin, krîza mirovî li Sûdanê berdewam dike. Her wiha xirabûna xizmetên bingehîn zêde dibin û zexta li ser niştecih û kesên koçber zêde dikin.

Neteweyên Yekbûyî duh hişyarî da ku rewşa mirovî ya bajarê El-Ebiyad, paytexta eyaleta Bakurê Kordofanê xirabtir bûye. Diyar kir ku pevçûnên berdewam û bêewlehiya zêde dibe, dikare bajêr veguherîne navendeke nû ya koçberî û birçîbûnê. Ji ber her ku diçe pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Sûdanê û RSF´ê de berfirehtir dibe.

Gefên jiyanî û mirovî êşa gel girantir dike

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) destnîşan kir ku El-Ebiyad, mazûvaniya hejmareke mezin ku kesên ji ber rewşa şer direvin dike. Bi zexteke zêde li ser xizmetên bingehîn re rûbirû ye. Dabînkirina xwarin, derman û sotemeniyê kêm dibe û bihayên kelûpelên bingehîn gihîştine astên bêhempa. OCHA tekez kir ku sînordarkirinên ewlehiyê yên berdewam û gihîştina mirovî ya sînorkirî gefê li êşa hem niştecih û hem jî kesên koçber dikin.

Her wiha şîrove kir ku Parêzgeha Bakurê Darfûrê xaleke transîtê ya sereke ji bo alîkariya mirovî ya ku ji bo herêma Darfûr û deverên din ên bi şer bandordar e. Hişyarî da ku her rageşiya leşkerî li dora bajarê El-Ebiyadê dikare xetên dabînkirina mirovî asteng bike û gihandina alîkariyê ji bo bi milyonan mirovên hewcedar li rojavayê Sûdanê dijwartir bike.

Şiyana bersivdayîna hewcedariyên zêde sînordartir kiriye

Li gorî rêxistinên alîkariyê, şerê berdewam bi hezaran malbat ji gund û deverên derdora El-Ebiyadê koçber kiriye. Stargeh pir qerebalix in û xizmetên bingehîn, di nav de ava vexwarinê û lênêrîna tenduristiyê, kêm in. Dezgehên bijîşkî jî bi kêmasiyên krîtîk ên derman û pêdiviyên bijîşkî re rûbirû ne, ku şiyana wan a bersivdayîna hewcedariyên zêde sînordar dike.

Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku ewlehiya xwarinê li Sûdanê gihîştiye qonaxek krîtîk, bi milyonan kes bi xetera birçîbûna akût re rûbirû ne. Îhtîmala xirabûna birçîbûnê li gelek deveran ji ber pevçûnên berdewam û dijwarbûna gihandina alîkariya mirovî zêde dibe. Neteweyên Yekbûyî banga rêzgirtina ji qanûna mirovî ya navneteweyî, parastina sivîlan û herikîna alîkariyê ya bê asteng kir.

Şerê berdewam gefê li krîza mirovî dixwe

Ajansên Neteweyên Yekbûyî hişyarî dan ku şerê berdewam li dora bajarê El-Ebiyad gefê li krîza mirovî dixwe, ji ber ku beşên mezin ên nifûsê bi alîkariya xwarinê ve girêdayî ne. Wan tekezî li ser pêwîstiya lezgîn a ewlekirina korîdorên mirovî û parastina xebatkarên alîkariyê kir da ku berdewamiya belavkirina alîkariyê were misogerkirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji Nîsana 2023’an vir ve, Sûdan di pevçûnek di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye, ku di encamê de yek ji mezintirîn krîzên mirovî yên cîhanê çêbûye. Vê pevçûnê zêdetirî 12 milyon kes hem li Sûdanê û hem jî li derveyî welêt koçber kiriye, di heman demê de zêdetirî 30 milyon kes hewcedarê alîkariya mirovî ne. Eger agirbest neyê bidestxistin û gihîştina mirovî bi lezgînî neyê hêsankirin, gelek caran hişyarî li ser krîza birçîbûnê ya xerabtir û hilweşîna berdewam a xizmetên bingehîn li çend dewletan, di nav de Kordofana Bakur, hatine dayîn.