Ji ber qelsiya mekanîzmayên kontrolkirinê aloziyên malbatî û eşîrî li Sûriyeyê zêde dibin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) raporek nû weşand û tê de diyar kir ku di hefteya destpêkê ya meha Tîrmehê de, li sê herêmên Sûriyeyê ji ber alozî û pevçûnên malbatî û eşîrî 11 sivîl hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan –Tevî şer û aloziya ku herêma Sûriyeyê tê de derbas dibe, pirsgirêkên malbatî, eşîrî û navxweyî jî berdewam dikin. SOHR’ê diyar kir ku di rojên dawî de, li gelek herêmên Sûriyeyê bûyerên şer û pevçûnên malbatî û eşîrî zêde bûne. Her wiha anî ziman ku ev yek di bin siya berdewamiya aloziya ewlehiyê û belavbûna çekan de pêk tê û bandoreke neyînî li ser aramiya civakî dike û azarên sivîlan zêdetir dike.

Di destpêka meha Tîrmehê de 11 kes li Sûriyeyê hatin kuştin

SOHR’ê di hefteya yekem a meha Tîrmeha îsal de, li sê bajarên wekî Heleb, Hesekê û Dêrezorê, 6 bûyerên şer û pevçûnan tomar kirine. Di encama van bûyeran de 11 kes hatine kuştin û birîndarkirin ku di nav wan de jin û zarokên sivîl jî hene.

SOHR: Ji ber nebûna mekanîzmayên kontrolkirinê diyardeyên tundiyê zêde dibin

SOHR’ê eşkere kir ku zêdebûna van bûyeran nîşaneya geşbûna diyardeyên tundiya civakî û eşîrî ye li çend herêmên Sûriyeyê. Ev rewş ji ber qelsiya mekanîzmayên kontrolkirina çekan û çaresernekirina nakokiyan bi riyên qanûnî derdikeve holê ku metirsiyan li ser sivîlan zêde dike û aramiya herêmî dixe xeterê.

SOHR’ê destnîşan kir ku ev rewş nîşan dide ku pêdivî bi hewcedariya tevgereke lezgîn heye da zanîn ku divê sivîl bên parastin û aramiya civakî li herêmên cuda yên Sûriyeyê pêk were.