Ji ber hîcabê protesto kir cezayê qamçî lê hat birîn

Endezyar Zeyneb Kazemî ya ku dema namzetiya wê di civîna Desteya Endezyarên Înşaetê ya Tehranê de hat redkirin, hîcaba xwe avêt ser dikê û ji ber vê yekê cezayê qamçî lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Namzetiya endezyar Zeyneb Kazemî ji bo Desteya Rêveber a Rêxistina Endezyarên Înşaetê ya Tehranê di civîna 17’ê Sibata 2023’an de ji ber ku li dijî “mecbûriyeta hîcabê” bû, hat redkirin.

Zeyneb Kazemî ku bi avêtina hîcaba xwe ya li ser dikê nerazîbûn nîşanî redkirina namzetiya xwe dabû, ji aliyê dadgeha Tehranê ve hat cezakirin. Zeyneb Kazemî îro bi îdiaya “xirakirina exlaqê giştî” cezayê 74 qamçiyan lê hat birîn. Ceza ji bo 5 salan hat taloqkirin.