Ji ber gotinên zayendperest prensê Urdunê rastî bertekan hat
Lîstikvana jin a futbolê ya Îranê Zahra Kodaî piştî ku zayenda wê ji aliyê prensê Urdunê Elî Bin Huseyîn ve hat lêpirsînkirin li ser medyaya civakî piştgiriyeke berfireh girt. Dema şandina peyamên piştevaniyê ji bo lîstikvana jin a futbolê, rahênera tîma jinên Îranê Meryem Îrandoost got: “Ew hincetek e, têkçûna xwe ya li hemberî jinên îranê qebûl nakin.”
Navenda Nûçeyan - Li gorî nûçeya Middle East Eye, Prensê Urdunê Alî Bin Huseyîn ji bo kalevana 32 salî Zahra Kodai daxwaza "kontrolkirina zayendî" kir. Zahra Kodaî ji bo di dîroka Îran de cara yekem mafê tevlibûna beşdarî Kûpaya Asyayê ya 2022’an bibe Urdunê di penaltiyan de 4-2 serbir û du penalti xilas kir.
Prens Alî Bin Huseyîn jî di nameyê de wiha got; "Em fêm dikin ku verastkirina zayendî ji bo lîstikvanan ne mecbûrî ye lê heke gumanek li ser maqûlbûna lîstikvanek ku li gorî qanûnê beşdar dibe hebe, mafê AFC’ê yên lêkolînê û girtina tedbîrên guncaw heye” û wiha diyar kir “Tîma Futbola Jinan a Îranê xwedî dîrokek pirsgirêkên cinsiyet û dopîngê ye.”
“Şerm e ”
Dema ku name li ser medyaya civakî belav bû, bikarhênerên medyaya civakî gotinên prens Elî Bin Huseyîn şermezar kirin. Her wiha bikarhênerên medyaya civakî li ser twîtterê peyamên piştgiriyê ji bo kalevan dan û hinekan jî daxwaza lêborînek fermî ji JFA’ê kirin.
"Hincetên sexte tên avakirin"
Rahênera jinan a Îranê Meryem Îrandost ji ajansa nûçeyan a îranê ya Khabar Online re got ku axaftina li ser zayenda kalevan, hincetek e lewre ew têkçûna xwe ya li hemberî jinên îranê qebûl nakin. Di heman demê de Meryem Îrandost wiha got: "Piştî têkçûna tîma Urdunê, xwezayî ye ku ew hewl didin xwe bi hincetên derewîn tesellî bikin."
Werger: JINHA