Ji ber giliya çawişê pispor ceza li lîstikvan hat birîn

Lîstikvan Farah Zeynep Abdullah a ji ber sûcdarê destavêtinê çawîşê pispor Musa Orhan giliya wê kiribû, hat darizandin, hezar û 300 TL cezayê pere yê edlî lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Di doza Farah Zeynep Abdullah a ku piştgirî da lîstikvan Ezgî Mola ya ku ji ber sûcê "heqaretê" li çawîşê pispor Musa Orhan ê li Êlihê tecawizê Îpek Er kiribû, bûbû sedema mirina wê dihat darizandin, biryar hat dayîn. .

Di danişîna ku di 9'ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya Banazê hat dîtin de, Dadger biryar da ku Farah Zeynep sûcê "heqaretê" kiriye û 65 roj cezayê pere yê edlî hezar û 300 TL lê birî.