Ji ber germa zêde li Îranê biryara betlaneyê hat dayîn

Ji ber germa zêde ya ku li Îranê berdewam dike, biryar hat dayîn ku rojên Çarşem û Pêncşemê vê hefteyê betlane bin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê ku bandora hewaya pir germ lê berdewam dike, biryar hat dayîn ku di 2-3’ê Tebaxê de hemû sazî û dezgehên welêt betlane bikin. Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Bahadorî Cehromî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û got:

“Pêşniyara Wezareta Tenduristiyê ya ji bo parastina tenduristiya welatiyan ji ber germa bê hempa ya van rojan li seranserê welêt rojên Çarşem û Pêncşemê betlaneyê bê lidarxistin, ji aliyê Lijneya Wezîran ve hat qebûlkirin.”

Tê texmînkirin ku sibe germahiya hewayê li paytext Tehranê bibe 40 pile û li hin bajarên Başûrê Rojavayê welêt jî bibe 51 pile.