Ji ber êrîşên li ser Bendava Tişrînê 413 hezar sivîl bê av û ceyran mane
Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku ev nêzî 40 roj in li Bendava Tişrînê berxwedanek dîrokî nîşan didin, destnîşan kirin ku ji ber êrîşan li herêmê xizmetên ceyran û avê qût bûye û 413 hezar sivîl ji van xizmetan bê par mane.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250217-img-0099-jpg6dc18c-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ev nêzî 40 rojan in ji bo parastina çavkaniyên xwe yên jiyanî, têvî hemû êrîşên dewleta Tirk jî, li Bendava Tişrînê berxwedanek dîrokî nîşan didin û piştgiriyê didin hêzên ku herêmê diparêzin. Jinên li herêmên cûda yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, diyar kirin ku berxwedana gel a li Bendava Tişrînê mafek rewa ye. Di heman demê de destnîşan kirin ku êrîşên dewleta Tirk li dijî Bendavê bi awayek aşkera binpêkirina peyman û yasayên navnetewî ne.
‘Berxwedana li Bendava Tişrînê, mafê gel ê rewa ye’
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Manal Fahrî diyar kir ku berxwedana ku gel bi hev re li dijî êrîşên li ser Bendava Tişrînê raber kirin, tabloyek ku bi rihê şerê gelê şoreşgerî hatiye hûnandin e. Manal Fahrî hewldanên gel ên ji bo parastina bendavê bi vî awayî anî ziman: “Em ê tu car destkeftiyên xwe yên ku me bi xwîna şehîdan û hêza leşkerî bidest xistiye, bernedin. Tevî êrîşên dagirkeriyê, em li Bendava Tişrînê hatin ba hev û em têkoşînê didomînin. Ev berxwedan, nîşan da ku îradeya gel ji çekên dagirkeriyê gelek bihêztir e û gel wê heta nefesa xwe ya dawî vê têkoşînê bidomînin.”
‘Bendava Tişrînê demarê giyana jiyanê ye’
Endama Komîteya Lihevkirinê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Zarîfe Seyîd da zanîn ku Bendava Tişrînê çavkaniya bingehîn a ceyran û avê ya herêmê ye, ji ber vê yekê ev êrîş wê karasetek mezin ava bike û wiha got: “Bendava Tişrînê demarê giyana jiyana herêmê ye. Li dijî vê Bendavê êrîşên ku bi balafirên şer û balafirên bi çek û bê mirov tên kirin, rê li ber hilweşîna bendavê û xeterkirina jiyana bi milyonan mirovan vedike.”
Zarîfe Seyîd biryardariya gel a parastina bendavê jî bi van gotinan anî ziman: “Gel li dijî van êrîşan bi hev re têdikoşin û bi hêrs bertek nîşanî êrîşan didin, ev jî daxwaza têkoşînê zêde dike. Parastina Bendavê erka welat e. Me bi sedan şehîd dan, em tu caran teslîm nabin. Ne balafirên şer û ne jî yên bê mirov, nikarin be bitirsînin. Em ê têkoşîna xwe bi piştevaniya gel û yekitiyê hê bihêztir bikin.”
‘Em ê bi berxwedanê biserkevin’
Endama Meclîsa Jinan a Zenûbiya Zekriyat El-Musa destnîşan kir ku berxwedana gel a li Bendava Tişrînê li dijî dagirkeriya Tirk, kevirê bingehîn e û wiha got: “Gelê ku li Bendavê nobetê digirin, tevî her roj rûbirûyî êrîşanin jî, bi îradeyek mezin û biryardarî têdikoşe. Ev têkoşîna wan, piştevaniya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re ye. Em ancax vê Bendavê bi yekîtiya gel û têkoşîna hevpar dikarin biparêzin. Jin, ciwan û pîr bi hev re divê bi rihê piştevaniyê têbikoşin.”
Binpêkirina eşkere ya hiqûqa navnetewî
Ji bajarê Kobanê ya herêma Firatê parêzer Zerka Tayyar destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyê, bipêkirina eşkere ya hiqûqa navnetewî ye û ev tişt gotin: “Gelê Sûriyê ev bi salan e bi tengasiyên gelek mezin û şeran dijî. Lê belê êdî dem hatiye ku di nava azadî û aştiyê de bijîn. Mixabin rastiya ku li qadê ye, berovajî vêya nîşan dide. Tirkiye û komên ku piştgirî dide wan, êrîşên li dijî xaka Sûriyê zêde dike. Tirkiye cîranê Sûriyê ye û herdû welat xwedî sînorên hevbeş in. Lê belê ji destpêkirina şoreşa Rojava heta niha gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li dijî Tirkiyê ti êrîşek leşkerî yan jî sivîl pêk neaniye. Tevî vê jî, Tirkiye êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne û ev êrîş bi teybetî piştî lawazbûna rejîma Sûriyê hê zêdetir bû.”
Zerka Tayyar diyar kir ku Tirkiyê bi van êrîşan peymana Cenevre binpê kiriye û wê encamên cidî bi xwe re bîne û got: “Li gora hiqûqa navnetewî, bendav, tesîsên bînesazî û çavkaniyên bingehîn ên jiyanê qadek ku divê were parastine û bi tu awayî weke hedefên leşkerî neyê bikaranîn. Lê belê Tirkiye, Bendava Tişrînê dike hedef û peymana Cenevre eşkere binpê dike. Ji ber êrîşan li herêmê xizmetên ceyran û avê qût bûye û 413 hezar sivîl ji van xizmetan bê par mane. Di heman demê de di encama van êrîşan de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn. Ger ev êrîş bidomîn, wê karesatên mezin ên hawirdor û mirovî rû bidin. Em bang li civaka navnetewî dikin, bila li dijî trajediya ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dijîn, gavên cidî û şênber bavêjin. Divê bibînin ku Tirkiye yasayên navnetewî binpê dike û li dijî vê seknek bi hêz nîşan bidin.”
‘Berxwedana gel berdewam e’
Zerka Tayyar di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tevî hemû gefan berxwedana xwe ya li Bendava Tişrînê didomînin û bi biryarin herêm û pêşeroja xwe biparêzin. Jin, pîr û ciwan ji bo parastina Bendavê tên ba hev, ev berxwedan ne tenê têkoşînek fîzîkî ye, di heman demê de nîşaneya îradeya gelan û yekîtiya wan e. Ev berxwedan, ne tenê têkoşîna parastina Bendavê ye, di heman demê de şerek ji bo rûmet û azadiyê tê kirin e. Wê ev şer her biserbikeve.”