Ji ber êrişên dewleta Tirkiye 50 gund bê av man

Ji ber hedefkirina stasyona Hîşê ji aliyê dewleta tirk ve, 50 gund bêyî ava vexwarinê mane.

Navenda Nûçeyan – Dewleta tirk vê sibehê gundên Hedriyat û Fatsa yên rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bi obîsan topbaran kirin. Di encama topbaranê de zirar gihaşt xetên ceyranê didin stasyona ava vexwarinê ya Hîşe ya di gundê Hedriyat re derbas bibe.

Di encamê de stasyona Hîşe ku avê dide 50 gundên bajarokê Hîşeyê, ji xizmetê derket. Li gor agahiyan saziyên têkildar dest bi sererastkirina xeta ceyranê dide sastasyonê kiriye.