Ji ber êrîşên dewleta Tirk zetûn nayên komkirin

Jinan diyarkirin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye bi hezaran eraziyên çandiniyê berhem ziyanê dibînin û Zeytûnên ku di meha Cotmehê de tê komkirin nekarin kom bikin.

SIBELIA EL-IBRAHIM

Minbic- Êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriye ku di 5’ê Cotmehê de dijwar kirî berdewam dike. Êrîş bandor li her qadê jiyanê kir. Zeytûnên ku diviya bû di meha Cotmehê de were komkirin hê nehatiye komkirin. Li gora daneyên Komîteya çandiniyê; Xeta Al-Farat û Yastî ku rastî Bakûr Rojhilat û Bakûrê Rojava ê Minbicê ê dibin dagirkeriyê de 6 hezar eraziyê çandinêyê heye. Li gel eraziyên li ser vê xetê bi giştî 11 hezar û 906 eraziyên çandiniyê rastî bombebaranê tê.

‘Berhemên li eraziyê çandiniyê ziyan dîtin’

Cotkarên ku nikarin ji ber topbaranê biçin eraziyên xwe ên çandiniyê diyarkirin ku di eraziyên çandiniyê de ji ber nikarin li beşek ji berhemên xwe binêrin û beşek din jî ji ber şewatê tune bûne. Zakia Al-Muhammed ku li gundê Al-Dandaniyah ya ku li Bakûrû Rojavayê Minbic jiyan dike got: “Ji ber di eraziyên çandiniyê de me meyzekirina pêwîst nekir berhemên me zirar dîtin.”

‘Ji ber topbaranan me zeytûnên xwe kom nekirin’

Zakia Al-Muhammed diyarkir ku dagirkeriya dewleta Tirk rewşek dil şewat ava kiriye û got: “Gund bi awayek dijwar tê bombebarankirin. Êrîş bi her aliyê xwe nerêniye. Fisteq, Hinar û darên me ên zeytûnan hene. Gel dahata xwe ji van berheman dabîn dike. Em bi dahata ku ji zeytûnan tê girtin ve girêdane û xaka me li ser xeta agire me tu berhem kom nekiriye. Ji ber em zeytûnên xwe kom nakin di aliyê aborî de em zehmetiyan dikşînin. Êdî em neçar dimînin ku zeytûn û ron ji derve binîn.”

‘Dilême diêşe’

Zakia Al-Muhammed da zanîn ku darên ku çandine kedek mezin dane û wiha got: “Ew darên ku me tov aniye em çal dikolin têde diçînin, bi awayek baş heta ku fêkî dide em enerjiye lê xerc dikin. Îro em ji fêkiyên ew darên ku me çandine bê par mane. Ev sehneyên ku em jiyan dikin dilê me diêşîne, çavê me tije rondik dike. Di topbaranê  de cûdahî nekirin gelek bi êşe û di van demên dawî de balefirên bê mirov jî dest bi firinê kirine, ev jî mirovan ditirsine û zarok jî ditirsin. Dewleta Tirk dibêje ez dewletek ya Îslamî me, ev Îslamek çawa ye? Îslamê kengê teror û tirs belavkiriye û zarok kuştî ye.”

‘Ev 12 sale me di nava aramiyê de jiyan nekiriye’

Ahlam Tamer ji gundê Al Dandaniya bal kişand ser şerê ku ev 12 sale berdewam dike û wiha got: “Ji dema ku qeyran û şer destpêkir heta niha me di nava aramiyê de jiyan nekiriye. Ev 6 sale ji ber êrîşên dewlat Tirk û topbaranan ku gundan dike hedef hertim em di nava fikar, tirs û nexweşiyê de jiyan dikin. Li aliyekê xaka me, li aliyekê malên me tên topbaran kirin. Ji ber topbaranan 10 roj navbera perwerdê hate dayîn. Me zeytûnên xwe jî kom nekir. Ev 6 sale me zeytûnên xwe kom nekiriye. Dema em debikevin komkirina zeytûnan emê bibin hedefa topbaranan. Ne tenê zeytûn; em nikarin biçin baxçeyên xwe  ên hinar, tirî, fisteqan. Eraziyên çandiniyê hertim lênirên dixwaze û ji ber ku em vê yekê nakin hemû ziyan dîtin.”

Ahlam Tamer êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî çavkaniyên dahatê şermezar kir û banga ku civaka navnetewî dewleta Tirk rawestîne kir.