Ji ber êrişên dewleta Tirk 92 sîvîl jiyana xwe ji dest dan

Li seranserî herama Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrişa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji Mijdara 2024ˈan heya destpêka 2025ˈan de 92 sîvîl jiyana xwe ji dest dan. 43 jî birîndar bûne û 300 kes hatin revandin.

Navenda Nûçeyan – Êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser herama Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber didome. Ajansa Nûçeyan a HAWAR’ê (ANHA) bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê heremê parve kir.

Li gor bîlançoyê Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji Mijdara 2024ˈan heya destpêka 2025ˈan de  li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 rojnamevan jî di nav de 92 kes qetilkir.

Bîlançoya sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wê ku di Mijdar û Kanûna 2024 û destpêka 2025ˈan de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine wiha ye:

Mijdar 2024

*28ˈê Mijdara 2024ˈan dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Xirnata yê Efrînê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de şêniyê bi navê Delîl Fewaz Îbo (28) birîndar bûn.

*29ˈê Mijdara 2024ˈan dewleta Tirk  û çeteyên wê êrişî gundê Helîsa yê Efrînê kir. Di encamê de zaroka bi navê Rosêl Mihemed Xelef (13) û şêniyê bi navê Mihemed Arif Hac Mehmûd (40) jiyana xwe ji dest dan. Hisên Mihemed Hesen Xelef (9) û Murad Mihemed Hac Mehmûd (14) jî birîndar bûn.

*30ˈê Mijdarê dewleta Tirk  çeteyên wê êrişî gundên Bênê û Hirbil ên kantona Efrîn-Şehbayê kirin. Di encama êrişê de Ciwan Mihemed Elî (26) birîndar bû.

Kanûn 2024

*1ˈê Kanûnê zarokên bi navên Xidir Mehlî (2), Zeyneb Murad (3), Mehlî Mehlî (44) û Kinco Remo (41) dema ji herêma Heyderiyê yê Helebê vedigeriyan gundê xwe (Nîbreyê) di êrişa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûn. Di heman rojê de balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a a dagirker li ser rêya Qamişlo-Hesekê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de şêniyê bi Ebdulezîz Selahedîn Şêxo jiyana xwe ji dest da.

*2ˈê Kanûnê li çerxerêya Şîhan a li Helebê di êrişa sûîqastên çeteyên dewleta Tirk de şêniyê bi navê Cemal Mursel û kurê wî Hesen jiyana xwe ji dest dan. Hevjîna Ceml û keça wî jî bi giranî birîndar bûn.

*4ˈê Kanûnê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk li bajarê Dêrikê êrişî cihekî şûştina erebeyan pêk anîn. Di êrişê de şêniyên bi navê Ebdullah Elî El Ehmed û Enes Temam Mihemed jiyana xwe ji dest dan.

*5ˈê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundê Boxazê yê Minbicê de Zehara Elî El Ceban (23) û birayê wê Ehmed Elî El Ceban jiyana xwe ji dest dan. Di êrişa li ser gundê Faratê yê  heman bajarê de jina bi navê Nedîme El Hisên El Hemûd (45) şehîd bû û jina bi navê Seida El Ferc (45) bi giranî birîndar bû.

*7ˈê Kanûnê çeteyên dewleta Tirk bajarokê Erîma topbaran kir. Ji ber topbaranê ciwanê bi navê Xalid Ridwan (19) birîndar bû. Jina bi navê Fetûma El Mihemed (23) a ji gundê Cib Mexzûm û Berekat Ebduselam (48) ê ji gundê Cebla Hemar ên Minbicê de birîndar bûn.

*8ˈê Kanûnê dewleta Tirk bi balafireke bê mirov a bi çek komkujiyek li gundê Misterîha yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê kir. Di encamê de piranî jin û zarok 12 kes jiyana xwe ji dest dan. Navên di koêkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ev in: Mihemed Îbrahîm El Îdo (70), Mistefa Îbrahîm El Îdo (50), Îsmaîl Mehmûd El Îdo (12), Hesen Mistefa El Îdo (1), Ebdulqadir Mistefa El Îdo (10), Ruqeya Osman El Îdo (45), Kewser Mistefa El Îdo (17), Nûma Mistefa El Îdo (16), Zemzem Mistefa El Îdo (12), Neda Mihemed El Îdo (15), Tirkiya Mihemed El Îdo (30), Ebîr Ehmed El Feneş (22).

*9ˈê Kanûnê balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk gundên Hermel û Mihermela yên bajarê Zirganê bombebaran kirin. Di encamê de şêniyek jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.  Dewleta dagirker li gundê Xerfan ê Minbicê komkujiyek kir. Di komkujiya ku bi balafireke bê mirov a bi çek hate kirin de 10 kes jiyana xwe ji dest dan.

*10ˈê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Minbicê de endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sûd, Eyşe Ebdulqadir û Îman jiyana xwe ji dest dan.  Di heman rojê de di êrişa li gundê Cada ya Mezin ê li başûrê rojavayê bajarê Kobanê de şêniyê bi navê Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25), Şehed Mehmûd Şêx Elî (12) jiyana xwe ji dest dan. Umer Mehmûd Şêx Elî (10), Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8) jî birîndar bûn.

*Medyayên civakî jî ji nexweşxneyeke bajarê Minbicê dîmenên qetilkirina bi dehan nexweş û birîndaran a ji aliyê çeteyan ve weşandin. Lê navên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndaran nehatin bidestxistin.

*Di heman rojê de, dewleta Tirk bi balafirên bê mirov ên bi çek gundê Sufiyan ê rojavayê bajarê Girê Spî bombebaran kir û komkujî pêk anî. Di encamê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan. Navên kesên jiyana xwe ji dest dane  wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Meihemd El Abdo, Ebdulkerîm El Abdo, Delal Silêman, Nadiya Silêman û zarokên bi navên Casim Silêman û Husam Silêman.

*11ˈê Kanûnê, di êrişa li ser gundê Til Cuma yê bajarê Til Temirê de şêniyek birîndar bûn. Di heman rojê de dewleta Tirk û çeteyên wê li Kobanê ambulansek bombebaran kir. Di encamê de ajokarê ambulansê û birîndarek jiyana xwe ji dest dan. Her wiha şêniyek û hemşîreyek bi giranî birîndaran bûn. Di heman rojê de çeteyên dewleta Tirk li Pira Qereqozaqê li erebeyek sivîlan da. Di encamê de jina bi navê Zahîde Kûsî (60) jiyana xwe ji dest da û neviyê wê Ciwan (8) birîndar bû.

*14ˈê Kanûnê, çeteyên dewleta Tirk a li bajarê Minbicê şêniyê bi navê Cemal El Şêxanî El Nîvî  qetil kir.

*19ˈê Kanûnê, balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk li ser rêya Bendava Tişrînê- Sirînê erebeya nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan tê de bûn, bombebaran kir. Di bombebaranê de Cîhan û Nazim jiyana xwe ji dest dan û ajokarê erebeyê Ezîz Hac Bozan jî birîndar bû.

*21ˈê Kanûnê, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk rêya Hol-Til Birakê bombebaran kir. Di encamê de endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Basim Şedadê, endama HPCˈê Ebîr El *Xilêf û endamê Meclisa Rûspiyan Ehmed El Temî jiyana xwe ji dest dan, her wiha serokê Meclisa Rûspiyan a Til Birakê Bunyan Hesnawî El Cedû bi giranî birîndar bû.

*22ˈê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk a li ser gundê Cada yê bajarê Kobanê Sewsen Xelef (35) û keça wê Nesîm Xelef (12) jiyana xwe ji dest dan.

*27ˈê Kanûnê komeke çete êrişî Şaredariya Gel a bajarokê Tişrînê yê kantona Reqayê kir û gardiyanê wê Mihemed Muslim qetil kir.

*28ˈê Kanûnê çeteyên dewleta Tirk li bajarokê Bilbilê yê Efrînê ciwanê bi navê Dijwar Beto (22) qetil kir. 

*31ˈê Kanûnê leşkerên dewleta Tirk ên li ser sînor gundê Qeremoxê yê rojhilatê bajarê Kobanê gulebebaran kir. Di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Nesan Seîd birîndar bû.

Çile 2025

*6ˈê Çileya 2025ˈan, dagirkeran gundê Cedîda yê bakurê bajarê Eyn Îsayê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de şêniyê bi navê Emar Hemed Elî El Hisên (45) bi giranî birîndar bû.

*8ˈê Çileyê balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk karwanê gel ê ji bo parastinê diçû Bendava Tişrînê bombebaran kir. Di bombebaranê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Şihab El Hemed, Azad Ferhan Mihemed Hesan û Zozan Hemo jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de gundê Girik ê bajarê Kobanê jî hat bombebarankirin. Di encamê de şêniyên bi navên Elî Şaşo û Mistefa Ebdî jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de balafirên dewleta Tirk li ser xaçerêya gundê Girkê Xeco yê Dêrikê erebeyek  kir hedef. Di encamê de sivîlek jiyana xwe ji dest da û yek din bi giranî birîndar bû.

Sucên li ser rêya koçberiyê

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê agahiyên der barê sûcên ku çeteyên dewleta Tirk di rêwîtiya koçberkirina xelkê Efrîn-Şehbayê de kirine, bi me re parve kirin.

Li gorî rêxistinê sûcên ku di Kanûna 2024ˈan de li dijî xelkê kantona Efrîn-Şehbayê hatine kirin wiha ne:

Di nav de 17 jin, 145 kes hatin revandin.

Di rêwîtiya koçberiya bi darê zor de, di nav de kesek bi temen ji ber krîza dil û 2 zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.

Di nav de 3 jin û zarok, îşkence li 16 kesan hate kirin.

Li gundê Şêxûrêzê yê bajarê Efrînê 30 darên zeytûnan hatin birîn.

Piştî dagirkirina Şehbayê (2 Kanûn 2024), çarenûsa 300 kesan ku piranî ciwan û jin in nayê zanîn.

Li gorî heman rêxistinê, sûcên li Minbic, Kobanê, Zirgan û Eyn Îsayê hatine kirin jî bi vî rengî ne:

Di nav de zêdetirî 5 jin 16 kes hatin revandin.

Di nav de 6 zarok û 10 jin 61 kes hatin qetilkirin.

Li gel van sûcan jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  êrişî qadên xizmetguzarî wekî embarên genim, kargeha şekir, santarlên ceyranê û bendava Tişrînê kir. Di qanûnên navneteweyî de ev êriş sûcên şer in.