Ji ber êrişan li Zîvala Xezayê nexweşiyên derûnî zêde dibin

Derûnînas Muna Ebû Elba diyar kir ku ji ber şer bi jinên li Zîvala Xezayê re nexweşiyên derûnî zêde bûne û bang kir ku tevli civînên piştgiriya derûnî yên li hinek navendên koçberiyê didin bibin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Şerê ku nêzî salek e li Zîvala Xezayê didome, bûye sedem ku gelek nexweşiyên derûnî bi jinan re çêbibin. Rojane ji ber dengê gule û teqîna bombeyan, her diçe jiyan dijwartir dibe. Dîmenên mirovên kuştî, avahiyên rûxiyayî, koçberiya bi caran, hemû dibin sedema nexweşiyên derûnî.

Derûnînas û rêvebera li navenda karûbarên jinan, Muna Ebû Elba got: "Bi şopandina rewşa taybet a jinan min dît ku Zîvala Xezayê bûye cihê nexweşiyên derûnî. Beriya şer dest pê bike, jin di warê aborî de di rewşên zehmet de bûn. Bi şerê ku dest pê kir û didome re jî dibin şahidê gelek bûyerên xirab."

Gelek nexweşiyên fizîkî û derûnî çêbûne

Muna Ebu Elba destnîşan kir ku pirsgirêkên bi wî rengî rola wan di derketina nexweşiyên derûnî de heye û got: “Mîna tevliheviya piştî şokê, stresa berdewam, hesasiyeta zêde, hesta acizbûnê, kêmbûna xewê û êşa fizîkî. Her wiha lerizîna bedenê, êşa berdewam a di masûlkeyan de, êşa mîdê û stû, êşa serî ya berdewam û esabiyeta zêde. Ev hemû bi jinan re çêbûne.”

‘Divê dayik ji bo hêrsa xwe kontrol bikin di mercên guncaw de bin’

Muna Ebû Elba wiha domand: "Jin nizanin çawa bi van hemû rewşan re derbikevin serî. Ji ber wê yekê hêrsa xwe ji zarokên xwe derdixin, an bi ser wan de diqîrin an jî li wan didin. Piştre poşman dibin. Divê dayik ji bo hêrsa xwe kontrol bikin, di mercên guncaw de bin û li hemberî zextan teslîm nebin da ku bikaribin li tenduristî û ewlehiya derûnî ya zarokên xwe miqate bin."

Muna Ebû Elba ev tişt jî anî ziman: "Ji ber her jinek awayekî wê di xilasbûna ji hêrsê de heye em dibînin hinek jin hene beriya şer gelekî civakî bûne lê piştî şer nema bi kesek re didin û distînin. Hinek jin hene piştî şer gelekî civakî dibin da ku xwe ji êş û azaran biparêzin û barên li ser xwe sivik bikin. Hinek jin jî hene, digrin. Lê belê ev yek vedigere çanda jinan û baweriya wan a bi wan. Her wiha çawa dikarin bi fikrên neyînî re têbikoşin. Divê jin guhdarî bikin û şîretan qebûl bikin."

‘Divê jin tevli civînên ji bo piştgiriya derûnî tên lidarxistin bibin’

Muna Ebû Elba teqez kir ku divê jin berê xwe bidin civînên piştgiriya derûnî yên ku li navendên koçberiyê organîze dikin û got: “Her wiha divê jin xwe li ser hinek aktîvîteyan perwerde bikin, mîna nefesa kûr vehesîn xêzkirina wêneyan nivîsandin an jî çalakiyên din ên jin di warê derûnî de xwe rehet dibînin. Divê jinên li Xezayê vegerin adetên xwe yên rojane yên beriya şer da ku rastiya niha tê de dijîn bibînin û bizanibin ku dê rojek biguhere ev rewş."

‘Divê jin û zarok tenê rojê carekê li nûçeyan temaşe bikin’

Muna Ebû Elba hişyarî da jin û zarokan ku rojane tenê carekê li nûçeyan temaşe bikin da ku derûniya wan bi bandor nebe.

Her wiha got ku hinek nexweşiyên derûnî hene bi aktîvîteyan rehet nabin û pêwîstiya wan bi dermankirinê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê li hemberî nexweşiyê, jin teslîm nebin. Berê xwe bidin saziyên tenduristiyê yên herî nêz bijîjk bibînin û li çareseriyê bigerin."