Ji ber dorpêçê rewşa Şêx Meqsud û Eşrefiye di xeterê de ye

Jinên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bang li saziyên mafên mirovan kirin û gotin ku di bin ambargoya hikumeta Şamê de jiyanê dijwar derbas dikin û divê li hemberî polîtîkayên dijmirovî her kes xwedî helwest be.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Heleb – Ji krîza Sûriyeyê ya ji 2011’an ve dest pê kir welatiyên ku li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dijîn, di mercên zor û zehmet de ne. Bi erîşa çeteyên girêdayî dewleta tirk hikumeta Şamê jî her du tax dorpêç kirin ku bû sedema qeyraneke mirovî ya dijwar ji ber kêmbûna derman, hin madeyên xwarinê û sotemeniyê.

Krîza dorpêçkirinê ne tiştek nû ye. Ji ber ku ev dorpêç berê krîza Sûriyeyê hatibû ferzkirin û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatin paşguhkirin ji ber ku ew her du tax piraniya niştecihên wê pêkhateya Kurd in Ev dorpêç berfirehtir bû, li ser gelê Efrînê yê ku ji ber dagirkeriya tirk neçar ma cih warê xwe biterikîne û berê xwe bide Şehbayê jî tê pêkanîn.

‘Em di bin dorpeçeke giran de ne’

Wahîde Abdo jineke ji Efrînê ye û li taxa Şêx Meqsûd dijî dibêje: “Ev demek dirêj e hevjînê min miriye. Hevjinê keça min di şerê Sûriyeyê de bi erîşên balafirên şer jiyana xwe ji dest da û keça min jî beriya 4 salan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Ez zarokê keça xwe xwedî dikim. Ji ber dorpêçê em wek xelkê Şêxmeqsûdê pir zehmetiyan dikşînin. Ji ber bihabûnê, tunebûna mazot û dermanan rewşa me xerabtir dike. Em di bin dorpêçeke tund de dijîn ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve li ser me hatiye ferzkirin û tu kes nemaye piştgiriya me bike. Em bi rojan xubizê dixwin lê niha bi dawîbûna demsala xubize re, êş û azaran dest pê kir. Di van şert û mercên zehmet de ez ne bi tenê me, ji ber ku hemû gelên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di nava şert û mercên zehmet de dijîn.”

‘Em ê li ber xwe bidin’

Emîra Tubal a ku taxa Şêx Meqsûd dijî dibêje: "Dorpêçê bandoreke mezin li ser rewşa jiyanê kiriye, ji ber ku bihayê dermanan zêde bûye. Sedem çi ye ku dorpêça li ser me hatiye ferzkirin? Çima em neçar in bi van êşan re bijîn?" Em bang li rêxistinên mafên mirovan û mirovahiyê dikin ku rewşa me ya em dijîn di bin dorpêça ku ji destpêkê ve dem bi dem tê ferzkirin bibînin. Tevî hemû dorpêç û qeyrana ku em tê de dijîn, em ê her dem li ber xwe bidin û teslîm nebin.” 

Bi dorpêçê hewl didin vîna me bişkînin’

Awaş Mihemed a ji taxa Şêx Meqsûd de dijî bertekê xwe li hember dorpêçê anî ziman û wiha got: “Çawa ku me berê li hember şert û mercên giran li ber xwe da, em ê dîsa li dijî dorpêça ku li ser me hatiye ferzkirin, li ber xwe bidin, ji ber ku ev yek weke riya zextê li ser me û hewldana şikandina me ye. Kesên ku bi nexweşiya şekir û penceşêrê ketine divê dermanên xwe bi kar bînin lê ji ber dorpêçê nikarin bikirin û kêmbûna dermanan rewşa nexweşan dixe xeterê. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan dikim ku li hemberî êş û azarên xelkê taxa Şêx Meqsûd bêdeng nemînin û daxwaza rakirina dorpêça li ser taxê dikim.”

Dijmin bi her awayî erîş dike’

Welatiya bi navê Kifaya Cewher a ji taxa Şêx Meqsûd got: "Rewşa jiyanê li taxa me gelekî zehmet e, ji ber ku dijmin bi gelek awayan êrîşê me dike. Herî dawî jî qutbûna elektrîkê da ser.” Kifaya Cewher bal kişand ser tunebûna derman, formula zarokan û gelek hewcedariyên din ên ku ji ber dorpêça tund a li ser wan û da zanîn ku malzemeyên li ber destên wan diqedin.

 ‘Divê demildest dorpêç rabe’

Endama nivîsgeha belgenameyên şaredariya Şêx Meqsûdê Selwa Mihemed û taxên Eşrefiyê yên bajarê Helebê diyar kir ku şêniyên taxa Şêxmeqsûd di nava şert û mercên zehmet de dijîn lê li hemberî dorpêça ku li ser wan hatiye ferzkirin, hê jî li ber xwe didin û wiha pêda çû: “Dorpçêa ferzkirî bandorê li gelek mijaran kir, wek rêgirtina ketina sotemeniyê ku bû sedema qutbûna elektrîkê, jenerator û firinên nan rawestiyan. Tunebûna dermanên pijîşkî li nexweşxane û dermanxaneyan jî rewşê girantir kiriye. Em di bin rewşek pir xitimî de dijîn. Zivistanê ji ber tunebûna mazotê gel bi sermaya dijwar re  rûbirû ma.”

Banga hişyariyê

Der barê avahiyên ku di encama erdheja 6’ê Sibata borî de, ziyan dîtine û pêwîstî heye ku ji nû ve werin avakirin de Selwa Mihemed wiha got: "Ji bilî binesaziyê 439 avahiyên her du taxan ziyan dîtine. Di her lerzeke sivik de dibe ku avahî wêran bibin û jiyana sivîlan bikeve metirsiyê. Gel  jî dema li kolanan dimeşin ji avahiyên xisardîtî ditirsin. 3 roj berê zilamek ji ber ku beşek avahî bi ser wê de ket jiyana xwe ji dest da. Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemînin û divê demildest  dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rabe.”