Ji ber dîmenê wan ê 25’ê Mijdarê dozgerî bang li hunermendan kir

Hunermendên jin Saba Kamali û Sahar Zakaria bi wesîleya 25'ê Mijdarê dîmena bi navê "Houri" weşandibûn, bangî Dozgeriya Çand û Medyayê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan – Hunermend Saba Kamali û Sahar Zakaria ji ber dîmena ku Roja Berxwedana Navnetewî Ya  25’ Mijdarê Tundiya Li Ser Jinê weşand bangî Dozgeriya Çand û Medyayê hatin kirin.

Hate zanîn ku hikûmeta Îranê bi hinceta amadekirina klîpeke bi dengê jinan û naveroka wê vîdyoyê dijî tundûtûjî û cihêkarî li dijî jinan 3 hunermend ku 2 hunermendên jin di nav wan de ne, gazî 3 hunermendan kiriye ku îfade bidin.

Hunermend Daniyal Moghadam li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ji bo îfadeyê gazî wan kirine.