Ji ber dereng ji bazarê vegeriya hat qetilkirin!

Li bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê Shakiba Bakhtiar a 16 salî ji ber ji nava bazarê dereng vegeriya malê ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku li bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê Shakiba Bakhtiar a 16 salî ji ber ji nava bazarê dereng vegeriya malê ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin. Rêxistinê da zanîn ku girêdayî îstatîstîkên kuştinên jinan nikarin xwe bigihînin rêjeyek diyar a kuştinên jinan û li Îranê jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin.

Werger: JINHA