Ji ber bûyera kuştinê du kes hatin girtin
Polîsên Germiyanê ragihandin ku du kes bi îdiaya kuştina jineke ku di meha Çileya îsal de kuştî hatibû dîtin, hatine girtin û bi xwe jî li xwe mukur hatine.
Navenda Nûçeyan- Di 10’ê Adarê de polîsên Germiyan ragihandin ku du kes bi îdiaya kuştina jinek hatine girtin.
Sûcdar bi qeydên kamerayan hatin dîtin
Li gorî polîsên Germiyanê, di roja 28’ê Çileya 2023’an de li taxa Cotyar a bajarokê Kelarê cenazeye jinek di malek de hatibû ditîn û piştî lêkolînan derket holê ku hatiye kuştin. Dûre hat diyarkirin ku piştî bûyerê di encama lêkolînên berfireh û agahiyên hatine girtin de, sûcdar bi riya çavdêriya kamereyan hatine dîtin.”
Polîsên Germiyanê bi bîr xistin ku di 4’ê Sibatê de hêzên wan li Germiyanê du tometbarên bi navê (K.A.E ku di sala 1973’an de ji dayik bûye) û (A.C.M ê di sala 1978’an de ji dayik bûye) hatine girtin û tewanbar jî li xwe mikur hatine, li gorî benda 406 a zagona cezayan a Iraqê wê werin cezakirin.