Ji ber bi Kurdî stran gotiye 6 salin di girtîgehê dene
Hunermend Nûdem Durak ji ber bi kurdî stran gotiye 6 salin di girtîgehê dene. Nûdem a ku di temenê biçukê de dest bi strangotinê kiriye niha di nava çar dîwaran de saza xwe lêdixe.
Şırnax- Endama Koma Sorxwîn Nûdem Durak a ku ji ber stranên Kurdî gotiye bi îdiaya “endama rêxistinê ye” du dozên cuda lê hatiye vekirin û 19 sal ceza girtiye 6 salin di girtîgehê dene. Nûdem a sala 2015’an hat girtin, despêkê birin Mêrdînê û paşê jî sirgunî Girtîgeha Tîpa M a Sergirtiya Bayburtê kirin, stranan ji hevalên pêre li heman qawîşê dimîne re dibêje. Nûdem a ku ji biçukahî dest bi strangotinê kiriye di nava demek kin de di binhişiya gelê Botanê de cîh girt.
Baldariya muzîkê di temenê biçuk de despê kir
Nûdem Durak a xwe daye muzîkê li navçeya Basan mezin bûye. Nûdem a weke zaroka malbatek dengbêj hatiye diniyayê mereqa wê ya muzîkê di nava demek kin de vedigere heskirinê. Xeyalên xwe yên zarokatiyê ku tim difikirî rojekê derkeve ser dikê bi bavê xwe re li Amedê derket dikê û pêkanî. Sala 2009’an di nava Navenda Çanda Mem û Zînê (MKM) ê dest bi xebatê kiriye û paşê jî di nava Koma Sorxwîn de dest bi stran gotinê dike.
Ji ber di mitîng û Newrozan de stran gotiye di derbarê wê de doz hatin vekirin. Di sala 2015’an de hat girtin û 19 sal ceza girt.
Kampanya hatî despêkirin didome
Ji bo Nûdem a li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê tê girtin serbest bê berdan piştevaniyek navnetewî ya ku navenda wê Fransa hat despêkirin. Kampanya ya ku sala derbasbûyî hatî despêkirin hîna berdewam dike û li gelek welatên weke Fransa, İngiltere, ABD, İsveç, Senegal, Fas, Cezayir, Tunus û Gouadeloupe yê dengê piştevaniyê bilind dibe. Ronakbîr, hunermand û zaniyarên ku piştevaniyê didin kampaniyayê yên weke; Angela Davis, Noam Chomsky, Ken Loach, David Graeber, Peter Gabriel û Roger Waters ji bo serbestberdana Nûdem Durak banga berdanê kirin.
“Keça min di girtîgehê de nayê tedawî kirin”
Dayika Nûdem girêdayî rewşa wê axivî û diyar kir ku bi salane wê keça xwe nedîtiye û wiha domand: “Ji ber keça min stran gotiye bi salane di girtîgehê dene. Berê mehê carekê min dikarî wê bibînim, niha tenê dengê wê dibihîsim. Gelek nexweşiyên keça min hene û di girtîgehê de nayê dermankirin.”
“Bi saza xirabûyî hunerê pêşdixe”
Hevala wê ya qawîşê Wesîle Yuksel jî da zanîn ku heskirina wê ya muzîkê di girtîgehê de jî didome û wiha pêde çu: “Nûdem ji ber stran gotiye hîna di girtîgehê dene, lê tecawîzcîkar, diz û qatîlên jinan ji dervene. Nûdem ciwane û gelek jêhatiye. Bi dengê xwe yê bedew her dem em dibirin cihên xweş. Di girtîgehê de dazê lê dide û stranan dibêje. Di hindir de ji derveyî van helbestan jî dinivîse. Li gel şertên zor jî dest ji hunera xwe bernedaye. Saza wê xirabûyî bû lê dîsan jî bi heskirinek mezin lêdixist.”