Ji ber bendava Farqînê baxçeyên gundiyan hatin talankirin

Ji ber xebatên bendava ku dê li Farqînê were çêkirin, baxçe û zeviyên gundiyên li herêmê tên xirakirin. Gundiyên ku dixwazin xwedî li baxçeyên xwe derbikevin, hem ji aliyê komên ji bo xebata bendavê hatine hem jî ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Xebatên ji bo çêkirina bendava Farqînê berdewam dikin. Ger bendav bikeve meriyetê dê zêdetirî 50 gund û gelek zeviyên çandî di bin avê de bimînin. Di çarçoveya xebatên bendavê de li newalan xebatên çêkirina pirê hatin destpêkirin û li gundan jî xebatên rê berdewam dikin. Li cihên ku hê pêvajoya dadgehê berdewam dike xebat tên meşandin, gundiyên ku dixwazin pêşî li vê yekê bigrin ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin.

Gundî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin

Xebatên çêkirina rê yên ku gundên Gulluk, Maden, Kurudere, Dukmetepe yên girêdayî Pasurê digre nava xwe, beriya du rojan dest pê kirin. Bi hinceta ku ‘wê rê ji bo bendavê çêbikin’ kepçeyên anîne herêma ku zevî û baxçeyên gundiyan lê ne, xirab dikin. Di fermiyetê de li qada ku weke daristan e, çend koman dest bi xebatê kirine ku dest bi xebatê kirine, leşkerên navçeyê jî alîkarî ji wan re kirin. Li herêma ku wesayîdên leşkerî lê hatine bicihkirin, gundiyên ku xwestin pêşî li ziyanên ku didin zevî û baxçeyên wan bigrin, hatin astengkirin.

‘Zevî û baxçeyên me talan kirin’

Derbarê mijarê de me bi gundiyan re hevdîtin kir. Gundiyan derbarê bêhiqûqiya heyî de bertek nîşan dan û hemwelatiyek jî diyar kir ku texrîbata heyî gelek mezin e, tevî ku şêniyan gundan li dijî vê bendavê îtiraz kirine jî tu encam negirtine û bi van gotinan bertek nîşanî tiştên tên kirin da: “Ji me re dibêjin ‘hûn dixwazin werin pereyê xwe bibin, yan jî hûn dixwazin nebin.’ Erdê me yê çandî xira dikin. Ji bo em li dijî vê yekê nikaribin tiştek bikin leşkeran anîne vê derê. Em vê bêmafiyê qebûl nakin. Li gor ew dibêjin dê di nîvê zeviyan xirab bikin lê belê li vê derê hemû zeviyan dane ber xwe, xirab dikin. Em mexdûr bûn. Em vê qebûl nakin. Ew dixwazin hemû tiştên me axa me ji me bigrin.”

Pira berê ya ku zirarê dîtibû ji çûnhatinê re hat vekirin

Li herêma ku hê xebat berdewam dikin pira berê ya ku zirarê dîtibû û çûnhatin lê tunebû, bi tedbîrek kêm ji çûnhatinê re hat vekirin. Pira ku bêyî restorasyon were kirin ji çûnhatinê re hat vekirin di beşa serî de viyadukek mezin tê çêkirin. Di dema van xebatan de dînamîtên ku tên teqandin, zirarê didin malên gundiyan. Li herêmê ji bo riya bendavê gelek dar hatin birîn, ji ber xebatên înşaetê û birîna daran hat zanîn ku cihekî ku lawirên gundiyan lê biçêrin nemaye. Şêniyên gundên li herêmê mexdûriyeta xwe anîn ziman û bal kişandin ku bendava ku were çêkirin ji zirarê pêvetir tiştek nîn e ji bo wan.