Ji ber bê hicab tevlî pêşbirkê bûn nikarin vegerin Îranê
Li Kazakîstanê di turnuvaya satrancê de Sara Khadîm Al-Sharia û Atousa Pourkashiyan ji bo protestokirina qetilkirina Jina Emînî bê hicap derketin turnuvayê. Pişti turnuvayê gef li wan tê xwarin û nikarin vegerin Îranê.

Navenda Nûçeyan – Di meha Kanûnê ya 2022’an de li Kazakîstanê turnuvaya satrancê hatibû li darxistin. Pisporê satrancê Sara Khadîm Al-Sharia û Atosa Pourkashiyan weke nûnerên Îranê tevlî turnuvayê bûn. Di turnuvayê de her du jinên ciwan ji bo qetilkirina Jina Emînî û piştgirîdayina serhildanên li Îran û Rojhilatê Kudistanê bê hicap derketin pişbirkê.
Piştî protestokirina devleta Îranê ya di turnuva satrancê de, hate zanîn ku gef li malbatê û li her du jinan hatiye xwarin. Hat diyar kirin ku ji ber gef xwarina dewleta Îranê listikvanê santrancê bi koçberiyê re rû bir û ne û dibe ku her du jî neçarî li îspanya yê bimînin.