Ji ber ambargoyê jiyana bi hezaran kesan di bin xetere de ye
Endama Rêvebera Nexweşxaneya Avrîn Efrîn-Şehbayê Arîn Elî diyar kir ku ger dorpêça Hikumeta Şamê berdewam bike wê rewşa nexweşxaneyê dijwartir bibe û banga hestiyariyê kir.
HESNA MIHEMED
Şehba – Dewleta Tirk û komên çete yên paramîlîter di sala 2018’an de piştî êrişên 53 rojan Efrînê dagir kir. 300 hezar Efrînî ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk neçar man koç bikin. Gelê Efrînê yên koçî Şehbayê bûne li gel êrişên dewleta Tirk ên rojane li hemberî wan pêk tê, ji ber ambargoya hikumeta Şamê ya ji Tebaxa 2022’an ve hatiye girankirin û 9 meh in didome gelek zehmetiyên jiyanî dijîn.
Hikumeta Şamê nahêle pêdiviyên tenduristiyê derbas bibin
Di seranserî pênc salên koçberbûna gelê Efrînê û bicihbûna wan li kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nexweşxaneya Avrîn ketiye xizmeta gel û pêdiviyên wan ên tendirustî bênavber pêşkêş dike. Ji ber rêgiriya Hikumeta Şamê û ferzkirina dorpêçê li ser herêmê bi vê yekê re xebatên nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê ber bi sekinandinê ve diçe. Hikumeta Şamê li ser bendên kontrolê nahêle ne pêdiviyên jiyanî û ne jî yên tendirustî derbasî herêmê bibin.
Der barê dorpêça li ser herêmê û bandora wê li ser xebatên nexweşxaneyê, endama Rêveber a Nexweşxaneya Avrîn Arîn Elî ji ajansa me re behsa xetera dorpêçê kirin. Arîn Elî anî ziman ku ji ber ambargoya hikumeta Şamê rewş xetere ye û banga hestiyariyê li hemberî rewşê li her kesî kir.
Bi dorpêçê re zehmetiyên jiyanî zêdetir dibin
Arîn Elî di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser koçberiya gelê Efrînê û zehmetiyên ku tên kişandin li warê koçberiyê û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Pênc sal di ser koçberiya gelê Efrînê de derbas dibe. Koçberî bi xwe re gelek zehmtiyan çêdike. Ne bes e rewşa koçberiyê di ser de Hikumeta Şamê amborgoya xwe jî li ser herêmê ferz dike. Ev yek zehmetiyên jiyanê dijwartir dike. Di nava van salan de gel zehmetiyên jiyanî dijî lê dîsa dev ji berxwedana xwe bernade. Heya ku pêdiviyên jiyanê derbasî herêmê dibin li ser bendên kontrolê yên hikumeta Şamê tên astengkirin û buhayê gelek zêde ji bazirganan dixwazin ev jî dibe sedem ku li herêmê astengî derkevin û buhayê kelûpelan zêdetir bibe."
Bi domandina dorpêçê dê deriyê nexweşxanyê bê girtin
Arîn Elî diyar kir ku bi girankirina dorpêça li ser herêmê qada tendirustî di nava xeteriyê de ye û ev tişt anî ziman: "Di van demên dawî de ji ber rêgiriya hikumeta Şamê li ser herêmê qada tendirustiyê zirarên giran dibîne. Bi taybetî nexweşxaneya Avrîn zehmetiyan dijî ji aliyê pêşkêşkirina pêdiviyên tendirustî ji gel ve. Nexweşxane rojane bi sedan kesan pêşwazî dike û tedewiya wan dike. Lê bi girankirina dorpêça ku hatiye ferzkirin û berdewamiya wê di demên pêş de wê hin beşên nexweşxaneyê bên rawestandin, di heman demê de rêjeya derman li nexweşxaneyê zêdetirî ji sedî 80 nayê peydakirin, nexweş bê derman ji nexweşxaneyê derdikevin. Her wiha ne derbaskirina mazotê ji herêmê re jî bandorek neyînî li ser nexweşxaneyê dike. Ger rewşa dorpêçê berdewam bike wê karesatek mirovî bi xwe re ava bike."
Dorpêç jiyana bi deh hezaran kesan dixe xeterê
Arîn Elî diyar kir ku dorpêç bandorê li ser riya ambulansê di navbera Şehba û Helebê dike ew jî dibe sedem ku nexweşên rewşa wan giran zehmetiyan bikşînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Dorpêça heyî bandorê li ser riya ambulansê yê navbera Şehba û Helebê jî dike ku nexweş nikarin zû bi zû derbasî Helebê bibin da ku xwe tedawî bikin ev jî zehmetiyan derdixe holê û ger rewş wisa berdewam bike wê gelek nexweş jiyana xwe ji dest bidin. Dorpêç jiyana bi deh hezaran kesan dixe xeterê. Rêgiriya hikumeta Şamê ne bes e li aliyê din êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmê jî berdewam dike. Divê bi lez cihên pêwendîdar bikevin nava tevgerê û dopêça li ser sivîlan bi dawî bikin."