Ji ber 7 hezar penaberan li Îtalyayê rewşa awarte hat îlankirin

Di nava 24 saetan de ji ber ku nêzî 7 hezar penaber çûn Girava Lampedusaya Îtalyayê, rewşa awarte hat îlankirin.

Navenda Nûçeyan- Di nava 24 saetan de ji ber ku 7 hezar penaber ketin Girava Lampedusa ya Îtalyayê, li giravê ji ber krîza bêserûber a penaberan rewşa awarte hat îlankirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Xaça Sor a Îtalyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku kapasîteya giravê li gorî 800 kesan e. Her wiha hişyarî hat kirin ku ji ber niha ji 7 hezarî zêdetir penaber hene, li herêmê rewş wisa nabe. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku kesên nû hatine cihê xwe biguherînin.

Li gorî Îstatîstêkên Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê, îsal ji ser Derya Spî ji 93 hezarî zêdetir kes hatine Îtalyayê.