Ji ber 1’ê Gulanê 47 kes hatin binçavkirin

47 kesên ku di 1'ê Gulanê de dixwestin ji Saraçhane heta Taksîmê bimeşin di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan-Li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku kesên bi ser malên wan de hatiye girtin, ew kes in ên di 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran de dixwestin ji Saraçhaneyê bimeşin Taksîmê. Di nava kesên hatine binçavkirin de endamên Halkevlerî, Tevgera Şoreşger, Komeleya Ciwanên Şoreşger û Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst jî hene. 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got: “Bi hinceta ku di 1’ê Gulanê de li dijî qedexeya derhiqûqî ya Taksîmê li ber xwe dan, bi ser malên 47 kesan de hate girtin. Ji bo şopandina rewşa binçavkiriyan em ê derbsî Emniyeta Vatanê bibin.”