Ji baroyan daxuyanî: Divê daraz nebe hevkarê hewaya linca medyaya dijîtal

14 baroyan bertek nîşanî girtina ciwanên ku li ber stranên Kurdî govend gerandin da û diyarkirin ku divê daraz nebe hevkarê hewaya lincê ya medyaya dijîtal.

Navenda Nûçeyan- Bertekên li dijî bi hedefnîşandana li ser hesabên trol yên medyaya dijîtal, girtina ciwanan ku li ber stranên Kurdî govend gerandine berdewam dike. 14 baroyan bi daxuyaniyek nivîskî ya hevpar bertek nîşanî girtinan dan û gotin: “Divê daraz nabe hevkarê lînca medyaya dijîtal.”

Di daxuyaniyê ev tişt hate gotin: “Li Mersînê ciwanên ku li peravê govend gerandin, bi binçavkirinên destpêkirî, piştre li gelek bajarên Sêrt, Agirî û Stenbolê bi govendgerandina hemwelatiyan li ber stranên Kurdî, parçeya muzîkê yên lêdane û dirûşmeyên hatine berzkirin, hedef hatine nişandan, hatine binçavkirin, dibin çavan de rastî nêzîkatiyên xirab hatine û  hinek kes hatine girtin bi nivîskî û dîmen teyîsiye çapemeniyê. Dema ku mijar dibe Kurd û pirsgirêka Kurd polîtakayên ewlehiyê yên dewletê û tesarufên darazê xistina dewrê nayê qebul kirin. Divê çarçoveyê de li ser dîmenên govendê binçavkirin û girtinên çêbûne cihê wê di dewletek ya hiqûqa demokratîk de nîne. Ev tasarrufa ku ji xeynî lewazkirina aştiya civaka ji armancek din re xizmetê nake. Divê dest ji vê yekê were berdan, daraz divê bi sekna xwe ya mafê bingehîn û parastina aştiyê nebe hevkarê hewaya lînckirina medyaya dijîtal.

Hemwelatiyên hatine girtin bila werin berdan

Îfadekirina fikrê xwe bi awayek azad, mewzûatên netewî û peymanên navnetewî ên ku em hevkarên wê divê hiqûqê were parastin. Gerandina govendê li ber stranên Kurdî, îfadeyên ku di naveroka stranê de cih girtine, dirûşmeyên ku hatine avêtin di çarçoveya azadiya îfadeyê deye. Ji xwe bi zagona hejmar 6459, zagona têkoşîna li dijî terorê ya hejmar 3713 hatî guhertin di madeya 7/2 de ji sûcê propagandeya rêxistinê guherînên bingeh kirin, propagandaye rêxistinê halê wê yê hêsan ji sûc derxistiye û rêxistin;  Zor, tundî û rêbazên ku gefê digre nava xwe rewa dide nîşandin, yan jî pesinkirin yan jî bi awayê ku teşwîqkirina serî li van rêbazan bide propagandaya wê kirin û hatiye halê sûc.

Em weke baroyan; Dest ji van pêkanînên ku binçavkirinên bê pîvan û biryara girtinê, ewlehiya hiqûqê li ber çav negirtiye, mafê ewlehiya hiqûqî binpê kiriye, hemwelatiyên ku rastî zexta darazê hatine berdin û hemwelatiyên ku hatine binçavkirin û girtin divê werin beran û em bi rêzdarî ji raya giştî re tînin ziman.”

Baroyên ku daxuyaniyê îmza kirin evin: “Baroya Semsûrê, Baroya Agrî, Baroya Êlihê, Baroya Çewlig, Baroya Bidlîs, Baroya Dersim, Baroya Qersê, Baroya Mêrdîn, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Riha, Baroya Şirnex, Baroya Wanê.”