Ji bajarên Kurdistanê agahiyên hîle û binpêkirinê tên

Li Kurdistanê ku kar û barên dengdanê berdewam dikin, nûçeyên hîleyan tên. Hevseroka bajarê Amed’ê ya DEM Partiyê Pinar Sakiktekîn ji gel xwest ku li sindoqan xwedî derkevin. Parêzera Maseya Kirîzê ya Amedê Gîzem Mîran agahiyên dawî parve kir.

Navenda Nûçeyan- Li bajarên Kurdistanê ji saetên serê sibehê ve kar û barên dengdayînê dest pê kirin berdewam dikin pê ve girêdayî nûçeyên der barê hîle û hilbijêrên gerok de jî tên. DEM Partiyê diyar kir ku wan tesbît kirine ku erkdarên dewletê hewl didin ji bo partiya desthilatdariyê çend caran dubare deng bi kar bînin û vê rewşê gilî kirine. DEM Partî li Enqere û Amedê ji du navendên krîzê yên ku ava kirine pêvajoya hilbijartinê dişopînin.

Li dijî nûçeyên hîleyan serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener binpêkirinên diqewimin ji nedîtî ve hat û îdia kir ku hilbijartin “bê pirsgirêk” didome. Ahmet Yener, ji bo ku dengê xwe bi kar bîne dema ji avahiya YSK’ê derket daxuyanî da çapemeniyê û got: “Me têklildarî rewşa dawî ji hemû lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyê agahî girtin. Niha dengdayîn bê pirsgirêk berdewam dike. Înşaallah dê heta dawiyê dengdayîn bê pirsgirêk temam bibe û dest bi hejmartinê bikin.”

 ‘Li ser sindoqan bin’

Lê belê berovajî daxuyaniya Ahmet Yener ji herêmê nûçe tên. Hevseroka bajarê Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakiktekîn ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev bi mehan e xebatên hilbijartinê dimeşînin û îro jî fînala xebatên hilbijartinê ye û wiha got: “Ev hilbijartin e, hilbijartinek ku îradeya gel diyar dike ye. Ez bang li gelê me dikim bila biçin ser sindoqan îradeya xwe bi kar bînin û ji bo xwedî li îradeya xwe derbikevin bila ji ser sindoqan neçin û xwedî li sindoqan derbikevin.” Pinar Sakiktekîn bal kişand ser girîngiya hilbijartinê ji bo gel û ev tişt got: “Ji bo siberojek aştiyane û demokratîk li vê erdnîgariyê serwer bibe, bila hemû kes biçin ser sindoqan. Xwest ku gel neyê hîleyên hilbijêrên gerok û moral û motîvasyona xwe nexîne.

 Maseya krîzê giliyên ku tên digre

Parêzera Maseya Krîzê ya Amedê Gîzem Mîran ji ajansa me re axivî û diyar kir ku li gorî hilbijartina borî hejmara serlêdanên ku ji Koordînasyona Masaya Krîzê ya baro û OHD’ê ava kirin re hê kêmtir e û got: “Lê belê di serlêdanên hatin kirin de, mijarên ku me dîtin ew bû careke din tesbîtên ku bikaranîna heman dengan hene. Li gel vê me çend giliyên ku muşahidên divê saetên zû yên siharê beriya ku kar û barê dengdanê dest pê bike, destpêkê bigrin dibistanê rewşa negirtinê me girtin. Me zanyariyên ku gelek hemwelatî ji dervayî daxwazên wan bêyî ku xebera wan çêbibe li ser sindoqan erk dikin girt. Hemwelatî ji bo deng bide dema diçe ser sindoqan hişyariyên ku ‘tu li sindoqek din erkdar î’ hewl didin ew dengên xwe bi kar neynin hene. Em bersivên kesên ku di Lijneya Hilbijartinê ya Bilind de erkdar in, sindoqa xwe biparêzin û di sindoqên xwe de deng bi kar bînin didin wan.”

Binpêkirinên ku di çapemeniyê de cih girtin û ji bajarên Kurdistanê gihîştin destên me ev in:

*Kesê bi navê Mustafa Gunduz ê ku li ser navê HUDA-PAR'ê li Amedê li Rezanê muşahid bû, ji aliyê serokê sindoqê ve hat tayînkirin. Hat diyarkirin ku çeka wî kesî heye û nîşanî hilbijêran daye.

*Li Şirnex û navçeyên wê zêdeyî 20 hezar hilbijêrên bi tevger dengê xwe didin. Hat diyarkirin ku leşkerên bi komî deng dane ji bajarên weke Enqere, Mugla û Aksarayê ber bi navenda Şirnexê ve hatine veguhestin. Hat dîtin ku leşkeran bi giranî li Dibistana Seretayî ya Orgeneral Omer Keçecigil û Dibistana Navîn a Navçeya Gundogduyê deng dane.

*Li Şirnexê di saetên sibehê de leşker bi otobusan sewqî navenda Şirnexê hatin kirin.

*Ji 275 hilbijêrên di sindoqa 1012'an a li Dibistana Seretayî ya Findikê ya Bajaroka Findika navçeya Basayê 175 hilbijêr leşker in. Nasnameya dengdêran ji bajarên weke Îsparta, Antalya û Muglayê pêk tê.

*Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebanê 17 sindoq hatin danîn. Dema leşker li baxçeyên hemû dibistanên bajêr hatin bicihkirin, parlamentera Partiya DEM'ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku divê leşker li derveyê dibistanê bisekinin.

*Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen li dijî anîna leşkeran a li Dibistana Seretayî û Navîn a Orgeneral Omer Keçecigil bertek nîşan da û bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bidin.

*Li Taxa Ejmanûk a navenda Mûşê AKP'iyan bi girseyî deng dan. Tevî hewldanên ekîba koordînasyona krîzê û endamên meclisê jî tu girtename nehat girtin. Namzedên hevşaredar û wezîfedarên sindoqan ên ku xwestin mudaxeleyî bûyerê bikin jî rastî êrîşê hatin û telefonên wan hatin desteserkirin. Hat diyarkirin ku ên li Ejmanûkê êrîşî memûran kirine hevjîn û parêzvanên namzedê AKP’ê Feyat Asya ne.

*Parlamenterê Partiya DEM'ê Sirri Sakık ê ku li Agiriyê çû dibistana leşker û polîs lê hatine sewqkirin û deng dan, bertek nîşanî leşkeran da.

*Saît Gunaydin ê li navçeya Wêranşara Rihayê li dibistana seretayî ya li gundê Gozlekê ye, li ser hesabê xwe yê medyaya dîîjîtal parve kir ku 11 caran dengê xwe daye AKP'ê. Wêneyê pûsûleyan kişand û got, “Dengê xwe bidin AKP’ê. Saît Gunaydin ê ku peyama "Va ye Kurdo, min 11 avêt" ji kesekî din re şand, piştî ku kesê din got dê giliyê wî bike bi kuştinê gef lê xwar.

*Li taxên Gellegoç û Sûfra yên girêdayî navçeya Serêkaniya Rihayê hewldana dengdayînê bi girseyî hatin kirin.

*Li navçeya Siwêregê piştî ku erkdar ji dibistanê hatin derxistin, di sindoqa bi hejmara 1437 a li Dibistana Seretayî ya Sabanciyê hat avakirin de deng hatin dayîn. Di sindoqê de 154 hilbijêr hene ku bi qasî 100 deng hatine bikaranîn.

*Hat îdiakirin ku namzedê AKP'ê yê Xelfetiyê Şeref Albayrak bi komek ji 200 kesan re bi otobusan çûye dibistanan û bûye sedema dengdayîna girseyî.