Ji bajarên Bakurê Kurdistanê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe
Bi boneyab 25’ê Mijdarê jin bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî lidarxistin.
Navenda Nûçeyan – Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê jin daketin qadan û li dijî tundiya mêr-dewletê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” meşiyan.
Êlih
Li Êlihê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê meşek hate lidarxistin. Jinên li Parka Yilmaz Guney li hev civiyan bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Batmanê" û "Zext me natirsînin" ber bi Çerxerêya Basînê ve meşiyan. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî meşê bûn. Gulcîhan Kaya ya ku di çalakiya qeyûm de cih girt û kurê wê rastî îşkenceya polîsan hat û mamoste Sîbel Suna jî beşdarî meşê bûn.
Di meşa ku pankarta "Em li hemberî tundiya mêr û dewletê ber bi Şoreşa jinê ve dimeşin" hat vekirin de, wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Jinan jî dirûşên, "Qeyû derbe ye", "Berxwedan didome", "Ne qeyûm ne talan dîsa jin dîsa jiyan, "hatin berzkirin Welatiyan bi tilîlî, çepik û dirûşman piştgirî dan meşê.
'Felsefeya Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve'
Girseya ku gihişte Xaçerêya Basînê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" gihişt lûtkeyê. Hevseroka Rêxistina Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê Songul Korkmaz li vir axivî û diyar kir ku gelê bajarê berxwedanê Êlihê rê nade polîtîkayên qeyûman. Songul Korkmaz, anî ziman ku şîdeta dewleta mêr wê winda bike û got ku ew ê van destkeftiyan biparêzin.
Aktîvîsta TJA'yê Hava Can jî diyar kir ku ew ê li dijî tundiya mêr têkoşîna xwe mezin bikin.
Ayşegul Dogan: Dê li berxwedana jinê biqelibin
Berdevka DEM'ê Ayşegul Dogan diyar kir ku desthilatdariya têkçûyî êrîşên xwe yên li dijî hêza têkoşîna jinê zêde kirine. Ayşegul Dogan berxwedana dayikan silav kir û wiha got: “Dayikên berxwedêr parastina ziman, çand û hebûna xwe didomînin. Gelê bajêr ji 4’ê Mijdarê ve li dijî êrîşên li ser vîna jinê li ber xwe dide. Em weke jin li dijî zîhniyeta ku vîna jinê nas nake em ê qadan neterikînin. Em ê vîna xwe radestî kesî nekin. Tişta ku kolan dibêje em ê esas bigirin. Ger ku kolan bêje berxwedan ji bo îradeyê em ê heman tiştî bikin. Qeyûm dizane ku di berxwedana vî gelî de tu gav paşde nayê avêtin. Ji ber vê yekê êrîş dike. Lê belê dayik bi taybetî jî dê ji berxwedana xwe tu gavê paşve navêjin.”
Ayşegul Dogan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rûxandina qeyûman û wiha got: “Qeyûm dizî, talan û xesp e. Ew nikarin di nav gel de xuya bibin. Li pişt dîwarên beton pereyên xelkê didizin. Qeyûm şêweyek tundiyê ye. Êrîşa li dijî îradeyê ye. Me ev tundî di berxwedanên li dijî qeyûman de dît. Ew gelên ku teslîm bibin û li dijî tundiyê deng dernexin dixwazin. Lê ew ê tu carî negihîjin tiştê ku dixwazin. Wê li herderê li berxwedana jinê biqwelibin. Ti hikûmet nikare li hemberî têkoşîna jinê bisekine. Hemû winda bûn. Jin jiyan felsefeyeke azad e. Niha jî êrîşî vê felsefeyê dikin. Êlih bajarekî ku dewlet di her serdemê de polîtîkayên xwe yên qirêj dixe meriyetê ye. Polîtîkayên qirêj ji salên 90’î û vir ve her tim tên meşandin. Çawa ku beriya hilbijartinê têk çûn, wê dîsa têk biçin. Polîtîkayên we yên qirêj wê bi ser nekevin."
Wan
Li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî meş hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şadal , endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên navçeyên bajar, endamên meclisan û bi sedan jin tev li meşê bûn.
Jin li pêşiya Aydin Perîhan AVM’ê hatin gel hev. Jinên ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz dikin, ber bi Meydana Kentê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Pexşan Ezîzî, Gulistan Doku, Gulistan Tara, Rojîn Kabaîş, Narîn Guran, Denîz Poyraz, Nagihan Akarsel, Jîna Emînî û lolîpopên “Jin, jiyane, jiyanê nekujin”, “Tundiya jinê, qirkirina civakê ye”, “Azadî xweşikbûn û hezkirine”, “Bi jin, jiyan, azadî, ber bi azadiyê ve” û “Em milîtanên serdema şoreşa jinê ne” hatin hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berzkirin.
'Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bimeşin’
Jinên ku bi pankarta “Li dijî tundiya mêr-dewletê; jin, jiyan, azadî” meşiyan, li Qada Kentê daxuyanî dan. Aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica li vir axivî û wiha got: “Me mîrateya Xwişkên Mîrabal ji xwe re mînak girt. Di dîrokê de her tişt diguhere lê pergal naguhere. Em ê li her qadê bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bimeşin. Heke jin azad bibin dê jiyana exlaqî û polîtîk were avakirin. Ev kes ditirsin ku ev felsefeye bikeve meriyetê lewma êriş dikin.”
'Jin serhildanê mezin dikin’
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî bal kişand ser serhildanên jinan ên çar aliyên cîhanê. Halîde Turkoglû, wiha domand: “Jin, li dijî polîtîkayên dijminane yên îktîdarê serî hil didin. Li dijî zayendperestiya di nava civakê de zêde dibe serî hil didin. Li dijî pergala kedxwariyê ya sermayeyê serî hil didin. Jin, li qadan her cureyên tundiyê teşhîr dikin, serhildana xwe mezin dikin û mil didin milê hev. Bi saya piştevaniyê têkoşîna xwe mezin dikin.”
Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku di şexsê jinê de civak tên têkbirin û wiha axivî: “Dema tenê mirov li cînayetên jinan ên li vî welatî dinêre, dibîne ku tam jî polîtîkaya qirkirina jinê heye. Mixabin li her aliyên cîhanê li dijî jinan polîtîkaya şer heye. Di hedefa vî şerî de jî jin hene. Em vê pergalê qebûl nakin. Em di jiyaneke azad û wekhev de israr dikin. Divê qirkirina li dijî jinan û polîtîkayên newekheviyê bên bidawîkirin.
Jiyaneke wekhev dê li vî welatî bi xwe re hemwelatiya wekhev jî bîne. Mixabin polîtîkayên jinan ên AKP’ê li ser înkarê hatine avakirin. Heta hefskirina jinan a di nava malê de jî qebûl nekirine. Ji bilêvkirina peyva jinê jî dûr man û ji wezaretê navê jinê jê derxistin. Ji ber ku naxwazin jin azad û wekhev bin. Koletiyê li jinan ferz dikin. Li gorî wan heke jin bibe kole dê civak jî bibe kole. Vaye em li dijî vê derdikevin. Têkoşîna me li dijî vê ye. Em dixwazin derfetên jiyana azad zêde bikin. Em xwedî îrade ne, mafên me yên bijartin û hilbijartinê heye. Lê ew bi tayînkirina qeyûman dibêjin ‘hûn nikarin xwe birêve bibin.’ Vaye tişta aqilê neteweya serdest li gelan û jinan ferz dike ev e.
‘Dev ji polîtîkayên şer berdin’
Tenê li gorî raporên NY’ê di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin. Ev polîtîka vediguherin qirkirina jinê. Ji ber ku yên di polîtîkayên şer de israr dikin, dengê xwe ji qirkirina jin û zarokan re nakin. Heke yek ji rojevên sereke ya welatekî qetilkirina jinan be, bizanin ku ew civak hatiye qetikirin. Îktîdar hewl dide bi rêya neteweperestî û milîtarîzmê berê her kesî bide hev. Di hedefa siyaseta dabeşkirinê de jî jin hene. Em ê li her qadê dengê xwe bilind bikin. Misogeriya jiyaneke azad û wekhev, têkoşîna azadiyê ye. Li cihê şer lê hebe, azadî û wekhevî nabe. Ji bo aştiyeke birûmet divê dev ji polîtîkayên tecrîd û qeyûman berdin.
Jin dixwazin bijîn lê ne jiyana hikûmet an jî zîhniyeta mêrê serdest ferz dike. Dixwaze azad û wekhev bijî. Em dizanin ku dema em azad bûn dê wekhev bibin. Felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ jî vê dibêje. Wateya wê kûr e. Ji kevneşopiya berxwedêran tê. Lê tirsa dilê kesên li dijî wê disekinin e. Mêrên serdest ji hilweşîna pergala xwe ditirsin lewma qedexe dikin. Li Stenbolê û li her derê qedexe dikin. Dibêjin ‘pergala cemaweriyê xera dibe.’ Ev pergala we ya cemaweriyê dema jin û zarok tên qetilkirin li ku ye? Li vî welatî meseleya sereke ya pergala cemaweriyê xerab dike, xwedîkirina çanda tundiyê ye.
Dê jin bi ser kevin
Ji hêzên ewlekariyê heta darazê, ji saziyên perwerdeyê heta Diyaneta wan û hwd., sûcê tevan jî heye. Şirîkên vî sûcî ne. Em wan teşhîr dikin. Em xwedî dîrokeke têkoşînê ya çalak in. Em baş dizanin bê ka li dijî çi têdikoşin. Her zîhniyeta em li dijî wê têdikoşin, ew zîhniyete ku dijminatiyê li jin, gelan û civakê dike. Li dijî vê zîhniyeta bingeha xwe ji îktîdarê digire dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin. Dê jin bi ser kevin.”
Riha
Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên OHD, ÎHD'ê û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan diyar kir ku dê li dijî şîdetê dê bi hev re têbikoşîn û li di jî polîtîkayên bêcezahiştinê jî berxwedanê bidomînin.
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.
Mêrdîn
Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê, li salona Konferansê ya Tahîh Elçi daxuyaniyek da û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de qetilkirina jinan û şîdeta li hemberî jinan hat şermezarkirin banga têkoşîna hevpar hat kirin.
Agirî
Parlamentera DEM Partiyê ya Agirî Nejla Demîr, Rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, hevserokên şaredariyên bajar û navçeyan û gelek welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de jinan pankarta "Li dijî dewlet-mêr, Jin jiyan azadî" hat vekirin. Girseya ku ji avahiya DEM Partiyê ber bi Kolana Cumhuriyetê dest bi meşê kirin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Li dijî astengkirinê parlamenter Nejla Demîr axivî û bertek nîşanda û got: "Em zîhniyeta qeyûm û rêjîma qeyûm şermezar dikin. Em carek din bang dikin em ji bo civakek azad û ji bo jiyaneke bi rûmet dibêjin jin jiyan azadî."
Girseya ku hat astengkirin carekdin ber bi avahiya DEM Partiyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" meşiyan. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Şirnex
Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek parêzer tev li bûn. Parêzer Gulbahar Bîlgîç diyar kir ku tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe û ev tişt anî ziman: “Pêşiya tundiya li dijî jinê nayê girtin û mafên jiyan, cihê hewînê û parastinê yên jinan nayên parastin. Lewma jî tundiya li dijî jinan bi polîtîkayên necezakirinê biencam dibin.”
Colemêrg
Li Colemêrgê jî jinan tevî hewayê sar jî li Xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê hatin gel hev û heta Mala Mamosteyan a berê meşiyan. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin û gelek jin tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Li hemberî şerê taybet jin, jiyan, azadî" û dovîzên “Şoreşa jinê azad dike” û “Jin jiyan e, jiyanê nekuje" hatin hilgirtin. Jinan, gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin.
Bêrîvan Bahçecî di daxuyaniyê de wiha got: “Jin ne tenê di 25’ê Mijdarê de dê her roj têkoşîna xwe ya li dijî tundî û zextê mezin bikin. Dê têkoşîna xwe ya li dijî şerê taybet mezin bikin. Em ê polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li dijî ciwanan dixin meriyetê teşhîr bikin û li dijî wan têbikoşin. Em ê bi tu awayî rê nedin şerê taybet. Dê li her tax, kolan û qadê rûyê qirêjî yê şerê taybet teşhîr bikin. Li dijî vê em ê civaka exlaqî û polîtîk ava bikin.”