Ji bajarê ku wext di 04:17’an de sekinî: Dewlet li ku derê bû?

Li Semsûrê ku bajarek mezin piştî erdhejê veguherî xirabeyan, li goristanan cih nema. Hinek li ser gorê xizmên xwe duvak dihiştin, hinek jî ji bo necemide qapût. Lorîn ji goristanê bilind dibe û mirov dipirsin…

MEDINE MAMEDOGLU

Semsûr – Duvak, qapût, betanî û lorîn... Nivîs, not û beybûnan... Ev tiştên ku min li goristana kesên li Semsûrê di erdheja ku jiyana xwe ji dest dane de min dît û bihîst. Li bajarê ku piştî erdhejê veguherî xirabe û goristaneke mezin, hema bêje kesên ku hezkiriyên xwe winda nekiriye nemaye, herî baş ev goristan rastî erdhejê rû me dide. Li goristana ku bi sedan kes li kêleka hev hatin definkirin, tenê navê hinekan heye. Li kevirên gorên dayik, zarok, bav û xwişk û birayên bi hejmaran hatine definkirin, kefî girêdane. Kesên xizmên xwe winda kirine, bi van kefiyan dikarin gorên kesên winda kirine nas bikin.

Li serê her kolanek xirabeyek

Li ser du erdhejên mezin ên roja 6'ê Sibatê navênda wan Mereşê, 10 roj derbas bûn. Yek ji bajaran e ku erdheja bandor bi milyonan kes û bi hezaran kes jî jiyana xwe ji dest dan Semsûr e. Li Bajarê piştî erdheja saetê sibê 04:17’an di nava 30 saniyeyan de veguherî rewşa xirabeyan, 2 hezar avahî hilweşiyan.

Li Bajarê ku ji bilî avahiyên hilweşiyan nêzî 8 hezar avahî xisarên girsn heye û hema bêje maleke ku xirar nedîtibe tune ye. Li bajarê ku bi giştî di bin xirabeyan de bûye ma û hemû kolanan wê ji ber hilweşînê toz bûye, tu tiştek mîna berê name.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 11 hezar

Piştî erdhejê, birca saetê ya li navenda bazarê cih digre, me bi hejmara 04:17 ku di erdhejê de rawestiya, pêşwazî dike. Birca saetê bi xwe re xirabeyan û hilweşandin jî nîşan dide. Li bajarê ku li her quncikekî hilweşînek heye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin, li gorî daneyên ewil hejmara kesên li bajêr jiyana xwe ji dest dane gihişt 11 hezar. Welatiyan ku dereng destpekirina xebatan û dewlet di nava 3 rojên ewil de gav neavêtiye bajêr, ji bo xebatên berdewam dikin şîroveya "Her tişt mîna roja ewil e" nirxandin.

Goristan bi lorînan deng vedide

Mirovan li ser xirabeyan hêj bendawariyên xwe didomînin, avahiyên ku hêj nehatine mudaxele kirin hene. Welatiyan bi van gotinan hilweşandina li bajêr kurt dikin: "Ditîna bi  vî awayî ya cihê ku tu dayik û lê mezin dibî zehmet e”. Li bajarê ku hê cenaze di bin xirbeyan de tên derxisti, goristan jî qet vala nabe. Li goristana şaredariyê ku 10 roj in bi sedan mirov li kêleka hev tên definkirin, lorîn qet nasekne, her roj cenaze tên definkirin. Li goristanan nav tune ye, lê malbatan li kêleka hejmara hatine nivîsandin tîpên destpêkê yên navên xizmên xwe yên windakirinê nivîsandine. Kevirên  goran ku hinek laçik, hinek duvak perde û hinek jî kirasekî ji bo zarokên wan necemîde qapût dihêlin…

Li goristanê dayikek ji bo malbata xwe ya windakiriye lorînan bilin dike.. Dayika ku ji birayê xwe re bi gotina "Lo birayo, lo birayo" lorînan bilind dike, li ser gora ku rûniştiyê bi saetan ranabe. Em hînbûn dayika ku piştî lorînên wê me çîroka wê guhdar kir bira, hevjîna birayê wê û biraziya xwe yê 5 salî windakiriye.

'Min hesinan şikand û birayê xwe derxist'

Meryem Sayin, dibêje ku di roja duyemîn a erdhejê de cenazeyê xwişka xwe bi destên ji avahiya hlweşiyayê derxistiye û wiha dibêje: "Îro 9 roj derbas bûn, hêj cenaze tên derxistin. Min roja 2’emîn cenazeya xwe derxist. Roja duyemîn min bi şikandina van hesinan cenazeyê xwişka xwe derxist. Tu kes nehat alîkariya me. Min du malbat derxistin. Tayyîp Erdogan derdikee televîzyonan jî çi dibe; em derketin me nedikarî dengê xwe bidin bihîstin. Dewlet li kudere ye? Hêj bin avahiyên mezin de mirov hene.”

Li dijî Tayyîp Erdogan bertek: Piştî hefteyekê tu çima tê?

Meryem Sayin axaftina xwe bi van hevokan dawî dike: “Cenaze nîn in, mirov nikarin cenazeyên xwe bibînin. Piştî 35 saetan, roja din hatin. Tayyîp Erdogan piştî hefteyekê çima tê vir, ma tu tê rêwîtiyê, tu têy pîknîkê? Dema hilbijartinê tu tavilê tê li vir, li vir gelek giyan şewitîn. Îmhal hebûn, dereng man, dereng man.”