Ji artêşa Îsrailê fermana nû ya valakirina Zîvala Xezayê

Artêşa Îsrailê, xwest ku Filistîniyên li herêmên bajarê Refah û bakûrê Zîvala Xezayê jiyan dikin ji wan deran derbikevin.

Navenda Nûçeyan – Êrişên artêşa Îsrailê yê li ser Zîvala Xezayê bê navber berdewam dike. Artêşa Îsrailê herî dawî fermana valakirina bajarê Refah ya dikeve başûrê Zîvala Xezayê da. Îsrail xwest ku Filistîniyên li herêmên mijara gotinê ne derbikevin. Bang li Filistîniyên li El Mavasi kirin ku biçin ‘qada mirovî ya hetiye firehkirin’.

Berdevkê artêşa Îsrailê Avichay Adraee di parvekirina xwe ya li ser medyaya dijîtal de diyar kir ku wê artêşa Îsrailê dê êrişî Hamasê bike, ji ber vê jî bang li kesên li van hereman jiyan dikin kir ku ‘berê xwe bidin herêmên bi ewle’. Berdevk xwest ku Filistîniyên ji cihên xwe bûne ên li taxên Hirbet ADS û El Cenine, îdarî, kampên Refah û Şabbura ya li rojavayê Refah demildest biçin herêma El Mevasi. 

Ji bo bakûrê Zîvala Xezayê heman ferman hate dayîn

Berdevk xwest ku Xezayiyên ku li herêmên Cibaliye, Selam, Nur, Tel Zater, Beyt Lahiya, Cibaliya Kampı, İzbet Mellin, Ravda, Nuzhe, El-Cerin, Nahda û taxa Zuhur ya li herêma bakûrê Zîvala Xezayê ji cihên xwe derbikevin biçin rojhilatê bajar. Berdevk di peyama xwe de destnîşan kir ku li bakur nêzîkbûna têlan qedexe ye û herwiha nexşeyên herêmên ku divê bên valakirin jî destnîşan kir.