Ji Amedê peyama 8’ê Adarê: Divê em kêlî bi kêlî aştiyê ava bikin

Siyasetmedar Gultan Kişanak a di mitînga 8’ê Adarê de axivî got: “Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratik kir. Divê em hemû tişta dikeve ser mile me bikin. Bi tene li bende mayînê nabe. Divê em kêlî bi kêlî aştiyê ava bikin.”

Amed – Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Qada Stasyonê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê mîtîng tê lidarxistin. Qad bi taybetî bi alên mor kesk û sor û zer û spî hatin xemilandin. Jinên ku cilên kurdî li xwe kiribûn pankartên “Jin jiyan azadî”, “Em vîna ji pola silav dikin. Civaka demokratîk ava dikin”, “Li hemberî qirkirina jinê em ê serî rakin. Em ê azadiyê ava bikin”, “Sedsala jinê wê bibe şoreşa zimanê Kurdî” û “Ne tirse hevala min em bi hev re ne” hilgirtin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Jin jiyan azadî, azadiya Rêbertî” , “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. 

Gelek saziyên sivîl ên civakî, endam û rêveberên partiyên siyasî, hevşaredar, parlamenterên DEM Partiyê û bi hezaran jin tevlî mitîngê bûn. Mitîng bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Ji Komîteya Amadekar Esra Çîçek 8'ê Adarê li jinan pîroz kir. 

Piştre hevşaredarên jin, aktîvîstên TJA’yê û siyasetmedar derketin ser dikê û kesên beşdarî mîtîngê bûne silav kirin. 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a ewilî axivî girse silav kir. Serra Bûcak, bal kişand ser peyama Rêber Apo û wiha axivî: “Em jin ji bo ku vê peyamê veguherînin aştiyê li vir in. Em ê bi hev re vê banga aştiyê biqîrin û dest ji mafê xwe bernadin. Li dijî şer em ê aştiyeke bi rûmet biparêzin. Piştre Dayikên Aştiyê li ser dikê kevok firandin.

Li ser navê Koma Dayikên Aştiyê Kûdret Eryilmaz axivî û wiha got: “Em vê rojê li hemû dayikê dilşewat, girtiyên li hefs û zindana pîroz dikin. Hêvî dikin ev roj bibe wesîleya aştiyê û hêsirên çavên dayikan bisekinin.”

‘Divê em kêlî bi kêlî azadiyê ava bikin’

Aktivîsta TJA’yê Gultan Kişanak, di keseyata jinên girtî Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Fîgeh Yuksekdag de hemû jinan silav kir û wiha got, “Birêz Ocalan li dijî polîtîkayên şer ên tên ferzkirin, li wir di her kêliyê de li ser aştiyê fikirî û banga aştî û civaka demokratik kir. Em ji vir wê bangê silav dikin. Ev bang ji me hemûyan re hatiye kirin. Li desthilatê, siyaseta demokratîk, Kurdan, Tirkan, gelên Rojhilata Navîn û me jinan hate kirin. Divê em hemû tişta dikeve ser mile me bikin. Bi tene li bende mayînê nabe. Divê em kêlî bi kêlî aştiyê ava bikin.

Em ji vir bang li Enqereyê jî dikin. Divê êdî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Birêz Abdullah Ocalan dê weke mîmarê aştiyê tevkariyê bike. Bila kes xwe nexapîne. Rakirina tecrîda li Îmraliyê vekirina deriye aştiyê ya li Rojhilata Navîn e.”

‘Em wekî jin xwedî li vê bangê derdikevin’

Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û wiha got: “Birêz Ocalan bi banga xwe careke din hêviya aştiyê li van xakan geş kir. Wî nîşanî hemû cîhanê da ku li dijî şer aştî çêdibe. Hemû cîhanê bala xwe da vê peyamê. Hemû cîhanê bi baldarî li vê peyamê guhdarî kir û bi erênî jî pêşwazî kir. Jin di têkoşîna aştiyê de li pêş bin, jin wê aştiyê ava bikin. Banga Birêz Ocalan banga berfirehkirina têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê ye. Em weke jin xwedî li vê bangê derdikevin û dê pêdiviyên wê pêk bînin.”

Halîde Turkoglu, da xuyakirin ku jin wê jiyaneke azad û bi rûmet ava bikin û diyar kir ku ew ê bi banga Rêber Apo re têkoşîna jinan mezin bikin. Halîde Turkoglu destnîşan kir ku jinên Kurd modela jiyana azad pêşkêş dikin û anî ziman ku wê jin bi hev re jiyaneke wekhev û azad ava bikin û xwest 8'ê Adarê bibe roja aştî û yekîtiyê.”

‘Divê ji bo çareseriyê têkoşîn bê kirin’

Ayla Akat Ata jî, diyar kir ku peyama Rêber Apo pêvajo derbasî qonaxeke nû kir û destnîşan kir ku ew bi civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ve girêdayî ne. Ayla Akta Ata anî ziman ku TJA’yê, jinên ciwan û dayik li pişt banga Rêber Apo ne û got ku ev bang wê bandorê li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Ayla Akat Ata, diyar kir ku aştî hêvî ye û divê ji bo çareseriyê têkoşîn bê kirin. Ayla Akat Ata, destnîşan kir ku barê aştiyê ji bo her kesî giran e, lê jin amade ne ku vî barî hilgirin û got ku gelên cuda wê bi hevgirtinê aştiyê bi rêxistin bikin û got ku ew amade ne berdêla çareseriyê bidin.

Mîtîng bi gerandina govendê, berzkirina dirûşmeyan û stranên hunermend Rojda berdewam kir.