Ji aktivîsta mafên mirovan a li Venezuelayê hat binçavkirin agahî nayê girtin

Li bajarê Caracas ê Venezuelayê parêzavana mafên mirovan Rocio San Miguel û 4 endamên malbata wê yên ku hatine binçavkirin agahî nayê girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Venezuelayê parêzvana mafên mirovan Rocio Sa Miguel ya 57 salî di dema geştê de li balafirgeha navneteweyî ya Simon Bolivar li paytext Caracasê hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku di heman demê de keça wê û hevjînê wê yê berê jî di nav de 4 endamên malbatê jî winda bûne. 

Serdozgerê Venezuelayê Tarek Saab di daxuyaniya ku roja Yekşemê da de ragihand ku bi îdiaya Sam Miguel ketiye nav plana komplo û sûîqesdê li dijî Maduro wê binçav kirine. Lê belê tevî 3 roj di ser binçavkirinê re derbas bûne, nayê zanîn ka Rocio San Miguel û malbata wê li ku derê ne.

Zêdeyî 200 rêxistinên civaka sivîl bang kirin

Li ser agahiya windabûna San Miguel û 4 endamên malbata wê zêdeyî 200 rêxistinên civaka sivîl nameyek vekirî weşandin. Di nameyê de ji civaka navneteweyî hat xwestin ku meqamên Venezuelayê û çalakiya li dijî malbatê şermezar bikin.

‘Li Ku ne? Em belgeyên rast dixwazin’

Kesek ji malbata San Miguel ku ji Associated Press re axivî diyar kir ku ji bo xizmên xwe bi fikar in û got: “Em nizanin sax in an na. Em nizanin çi bi serê wan de hatiye û li ku derê ne?” Endama malbatê xwest ku der barê San Rocio San Miguel û malbata wê de agahî werin dayîn.

 Ji sefaretxaneya Bogotoyê daxuyanî

Li aliyê din sefaretxaneya Bogota ya DYA’yê jî der barê mijarê de daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku ji ber binçavkirina Rocio San Miguel ku aktoreke têkoşîna demokratîk e bi fikar e. Her wiha bang kir ku divê serokê dewletê Nicolas Madru erkên xwe bi cih bîne.