Ji Akademiya Jineolojiyê li Viyanayê konferansa li dijî zayendperestiyê
Akademiya Jineolojiyê bi armanca mezinkirina têkoşîna azadiya jinê û wekheviya civakî wê di 2'yê Adarê de li Viyanayê "Konferansa li dijî zayendperestiyê" li dar bixe.

Navenda Nûçeyan – Akademiya Jineolojiyê bi armanca mezinkirina têkoşîna azadiya jinê û wekheviya civakî wê di 2'yê Adarê de li Viyanayê "Konferansa li dijî zayendperestiyê" li dar bixe. Konferans wê li "Wielandgasse 2-4" a Viyanayê bê lidarxistin.
Di konferansê de wê li ser jiyana civakî de cinsiyetparêzî çiqasî kûr e û li pêşiya siberojek azad û wekhev çiqasî asteng e, bê nîqaşkirin.
Akademiya Jineolojiyê diyar kir ku têkoşîna jinan a bi sedan salan ji bo azadî û wekheviyê îro li hemû cîhanê dewam dike û destnîşan kir ku ev konferans wê aliyên teorîk û pratîk ên têkoşîna li dijî zayendperestiyê bîne cem hev.
Di konferansê de wê sîstema kapîtalîst û dewletê bi zayendperestiyê xwe çawa ji nû ve hatiye hilberandin û bi amûrên wekî malbat, ol, perwerde û kevneşopiyan bandoreke çawa li civakê dike, bên nîqaşkirin. Di heman demê de wê tecrubeyên teorîk û pratîk ên tevgera azadiya jinê yên li van qadan werin nîqaşkirin û şêwazên têkoşînê yên li dîasporayê werin nirxandin.
Bingeha têkoşîna hevpar û sibêroja azad
Armanca sereke ya konferansê ew e ku li dijî her cure zayendperestiyê bingeheke têkoşîna hevpar bê avakirin û rê li ber azadiya civakî veke.
Beşdarên konferansê wê gavên berbiçav ên ji bo veguhertina civakî bên avêtin nîqaş bikin, tecrubeyên berxwedan, têkoşîna azadiyê ya jinan parve bikin û bi hev re li ser berfirehkirina têkoşîn nîqaşê bikin.
Akademiya Jineolojiyê bi bîr xist ku têkoşîna li dijî zayendperestiyê ne tenê jinan, tevahiya civakê azad dike û kesên ku dixwazin deriyê jiyaneke adil û wekhev vekin vexwend konferansê.
Akademiyê ev bang kir: "Em bi hêza xwe ya ji yekîtiyê avabûye li dijî zîhniyeta baviksalarî dengê xwe bilind bikin, ezmûnên xwe parve bikin û bi hev re siberoja azad ava bikin."