Ji Abdullah Ocalan piştî 44 mehan peyama ewil

Abdullah Ocalan ku piştî 44 mehan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî ev peyam da: “Şert û merc çi dibin bila bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji şer û tundiyê bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî.”

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, piştî 44 mehan bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Omer Ocalan hevdîtin û peyama Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parvekir û ev tişt got: “Min di 23’yê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin di çarçoveya serdanê de pêk hat. Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi piranî geşedanên siyasî nirxand û xwest ez vê peyama wî bigihînim raya giştî: ‘Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc guncav bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajo ji şer û tundiyê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî’. Tenduristiya wî baş bû û silavên wî ji bo her kesî hebûn.”