Ji Şêx Meqsûd û Eşrefiye: Em ê dîsa wek berê liberxwe bidin
Jinên taxa Şêx Meqsûdê, ev bi rojan e ku bi perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî, li dijî çeteyên dewleta Tirk parastina xwe dikin. Jinan diyar kirin ku çawa di 2016’an de li berxwe dabin, vê carê jî ew ê sekna wan mîna berê be.
Heleb – Di 27’ê Mijdarê çeteyên girêdayî dewleta Tirk, li ser Helebê dest bi êrişên dagirkeriyê kirin. Di encama van êrişan de leşkerên hikûmeta Şamê bêyî ku berxwedaniyek nîşan bidin, ji Helebê derketin. Çeteyan ji derveyî taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, tevahiya bajarê Helebê dagir kirin. Li aliyê din li gor planên dagirkeriyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat rêvebirin, çeteyên dewleta Tirk roja 2’yê Kanûnê êrişî Kantona Şehba- Efrînê kirin. Bi dehhezaran koçberên ku di şerê Efrînê de xwe sipartibûn Şehba û Til Rifatê carekî din neçar man koçber bibin û berê xwe dan cihê bi ewle yên Rêverberiya Xweser. Di pêvajoya ku êriş û berxwedanî di nav hev de tê jîyîn de, jinên taxa Şêq Meqsûd û Eşrefiye bi biryar in ku tekoşîna xwe li dijî çeteyên dewleta Tirk bidomînin.
Jinên ku di keleha berxwedanê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de ji ajansa me re axivîn, carekî din peyama berxwedaniyê dan û diyar kirin ku çawa di sala 2016’an de li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaniyek bê hempa raber kirinê dê bi heman şêwazî têbikoşin.
‘Em nahêlin dijmin têkeve taxa me’
Yek ji şêniyên taxa Şêx Meqsûdê Rojiyan Mihemed diyar kir ku ev bi rojan e di binê êrişan de ne lê berxwedaniya wan a li dijî çeteyan didome. Rojiyan wiha got: “Bi rojan e dijmin êrişê me dike, em jî heta niha liberxwe didin. Jin, kal, pîr di nav berxwedaniyê de ne. Em nahêlin dijmin têkeve taxa me, ji ber ku me li vir şehîd daye. Heya dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê li cem şervanên xwe bin. Hikûmeta Şamê li berxwe neda çekê xwe hiştin reviya, lê belê em li vir liberxwe didin û em ê li liberxwe jî bidin. Em dev ji taxa xwe bernadin. Ji ber ku li vir kedek hatiye dayîn, me li vir xwîn rijandiye. Çi dibe bila bibe em axa xwe bernadin.”
‘Em dev ji taxa xwe û gelê xwe bernadin’
Şîrîn Ehmed jî berxwedaniya 2016’an bibîr xist û bi dengekî bixwe bawer, wiha got: “Ez ji berxwedana 2016’an ve li Şexmeqsûd im û heya niha ez ji vir derneketime. Min li vir liberxwe da. Heya niha jî ji me çi tê xwestin em dikin, parastina xwe jî dikin. Heya niha jî em li berxwe didin, dijmin nikare me bin bixe. Em dev ji taxa xwe û gelê xwe bernadin. Êrişên dijmin ji 2016’an girantir bû em niha bi hêz in em ê êrişên wan têk bibin. Berê av, kehrebe jî qut kiribûn, lê me dîsa jî liberxwe dabû, em ê niha jî liberxwe bidin. Serkeftin, ya me ye.”
‘Jinên taxa Şêx Meqsûdê li berxwe didin’
Şems Elldîn jî peyama berxwedaniyê da û wiha pê de çû: “Jinên taxa Şêx Meqsûdê li berxwe didin, Şêx Meqsûd ev hefteyek e liberxwe dide. Em dikevin hefteya duyemîn û em hîn jî li berxwe didin. Bi fikr û ramanên Rêber Apo me xwe bi hêz kiriye. Me di berxwedaniya 2016’an de tecrûbeyek girtiye û bi alîkariya hemû hevalên xwe em li vir liberxwe didin. Çi ji me tê xwestin, em ê pêk bînin.”