Ji Şaredariya Peyasê komxebata ‘Jiyana Astengdaran û Otîstîkan’
Ji aliyê Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê û Komîsyona Mafên Zarokan ve, ji bo mamoste û karmendên di warê astengdaran û otîstîkan de xebat dimeşînin, komxebatek hat lidarxistin.

Amed- Di komxebata ku bi hevkariya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê û Komîsyona Mafên Zarokan ji bo mamoste û karmendên ku di warê Jiyana Astengdaran û Otîzmê de dixebitin hat lidarxistin de, hat destnîşankirin ku pêwîst e têkiliyek xurt bi van kesan re bê danîn.
Di perwerdehiyê de mijarên girîng hatin nîqaşkirin. Mijarên wek maf û parastina zarokan, têkiliya bi kesên otîstîk re û nêzîkatiya li ser bingeha mafan, hatin nirxandin.
‘Armanca me avakirina têkiliyek bi bandor e’
Di komxebatê de li ser çalakiyên pratîkî û senaryoyên nimûne jî hat sekinandin. Ji bo astengdar, otîstîk, an jî kesên xwedî pêdiviyên taybet in çêtir bên famkirin, da ku xizmet ji wan re bê pêşkêşkirin, nîqaş hatin kirin. Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê derbarê komxebatê de got: "Armanca me ew e ku di warê ragihandinê de têkiliyek bi bandor a bi kesên otîstîk re datîne, ji bo kalîteya jiyanî zêde bikin, da ku zanîn û jêhatîbûnekê bi dest bixin, hewcedarî bi perwerdehiyek wiha heye. Ji bo xebatkaran komxebatên me yên bi vî rengî û berfireh dê berdewam bikin."