Ji Îtalyayê ber bi girtîgeha Qarçakê ve

Rahîle Moînî ya ku li Îtalyayê xwendina bilind dikir, di dema serdana malbata xwe ya li Tehranê de hat gulebarankirin, girtin û niha jî bi tohmetên siyasî cezayê girtîgehê û qedexeya derketina ji welat li ser hat sepandin.

Navenda Nûçeyan – Sîstema ku li hemberî daxwazên azadîxwaz ên jinan bêçare maye, bersiva herî hov dide. Bi guleyan birîndar dike, bêyî dermankirinê diavêje girtîgehan û cezayên giran dibire. Lê dîroka nû ya tekoşîna jinan li vê xakê nîşan dide ku her girtin, birîndarkirin û zext, ne tenê vîna wan naşkînî, berovajî, kîn û xwesteka wan a ji bo hilweşandina vê sîstema pûçbûyî geştir û xurtir dike. Girtin û cezakirina Rahîle Moînî ne rûdaneke ji rêzê ye; ew berdewamiya polîtîkaya sîstematîk a Komara Îslamî ya Îranê ye ku bi her awayî hewl dide dengê pêşengên guhertinê bifetisîne. Jinên ciwan û xwendekar, ku îro wekî dînamîka herî zindî û wêrek a civakê li dijî zext û ferzkirinên sîstema desthilatdar radibin, rasterast bûne hedefa tirs û tolhildana dewletê.

Jinên ciwan û xwendekar di hedefa rejîmê de ne

Rahîle Moînî ya 23 salî, xwendekara beşa endezyariya bijîşkî û yek ji girtiyên xwepêşandanên meha Çileya sala 2026’an, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi du sal û şeş meh cezayê girtîgehê û du sal qedexeya derketina ji welat hat cezakirin. Ev biryar di demekê de ye ku ew beriya niha di dema xwepêşandanan de bi guleyên hêzên ewlehiyê birîndar bibû û piştre hatibû girtin. Cezakirina vê xwendekara ciwan, careke din fikarên li ser muameleya ewlehî û darizandina xwepêşanderan, nexasim xwendekaran, zêde kirine.

Hat Îranê, hat girtin û cezakirin

Rahîle Moînî, xwendekara masterê ya endezyariya bijîşkî li Zanîngeha Polîtêknîk a Mîlano ya Îtalyayê ye û mezûna Zanîngeha Teknolojiyê ya Emîrkebîr e. Ew beriya zêdetirî şeş mehan ji bo serdana malbata xwe vegeriyabû Îranê. Serdanek ku encama wê girtin, zindanîkirin û birîna cezayê girtîgehê bû.

Li gorî raporên hatine weşandin, ew di 18’ê Çileya sala 2026 an de li devera Saadetabad a Tehranê û hevdem ligel xwepêşandanên ku li seranserî Îranê yên wê demê belavbibûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat gulebaran kirin û birîndar bû. Tevî rewşa wê ya tenduristî ya giran , ew yekser hat girtin û demekê di bin şert û mercên nezelal de hat ragirtin.

Malbata vê xwendekarê bi hefteyan ji cihê girtina wê û rewşa wê ya tenduristiyê bêagahî bûn, heta ku paşê eşkere bû ku ew piştî girtinê veguhastine girtîgeha Qarçak a Varaminê; girtîgeheke ku gelek caran ji aliyê saziyên mafên mirovan ve ji ber şert û mercên xirab ên ragirtina girtiyan tê rexnekirin.

Biryara dadgeha şoreşê girtîgeh e

Li gorî raporên hatine belavkirin, Şaxa 26`an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di dîroka 23’ê Hezîrana 2026 an de, Rahîle Moînî bi du sal û şeş meh cezayê girtîgeha tezîrî û du sal qedexeya derketina ji welat ceza kiriye.

Li gorî biryara dadgehê, ev xwendekar ji ber tohmeta "propagandaya li dijî rejîmê" bi salek û şeş meh girtîgehê û ji ber tohmeta "kombûn û lihevkirin li dijî ewlehiya neteweyî" bi salek girtîgehê hatiye cezakirin.

Li gorî raporan, beşek ji tohmetên li ser wê bi çalakiyên wê yên li ser platforma X û beşdarbûna wê ya di xwepêşandanên Çileya sala 2026 an ve girêdayî ye. Xwepêşandanên ku tê de bû ew bixwe jî bi guleyan birîndar bûbû. Bi spartina bi xala 134 an a Yasaya Cezayan a Îslamî, tenê cezayê herî giran, ango salek û şeş meh girtîgeha tezîrî, dê li ser wê were sepandin.

Ji birîndarbûnê heta veguhastina bo girtîgeha Qarçakê

Doza Rahîle Moîni ji rojên yekem ên girtina wê ve bal kişand ser xwe û ket rojeva çalakvanên xwendekar û parêzvanên mafên mirovan. Raporên hatine weşandin nîşan didin ku ew piştî birîndarbûna di xwepêşandanan de, bêyî ku tedawiya wê ya bijîşkî bi temamî bi dawî bibe, bo navenda binçavkirinê û piştre bo girtîgehê hatiye veguhestin.

Çalakvanên mafên mirovan beriya niha fikarên xwe li ser tenduristiya vê xwendekara ciwan anîbûn ziman û daxwaz kiribûn ku destûra dermankirina guncav jê re were dayîn. Tevî vê yekê, hûrguliyên zelal li ser pêvajoya tedawî û rewşa wê ya bijîşkî piştî veguhastina wê ya ji bo girtîgehê nehatine weşandin.

Saziyên mafên mirovan gelek caran xuyakirin ku bikaranîna tohmetên wekî "propagandaya li dijî rejîmê" û "kombûn û lihevkirin li dijî ewlehiya neteweyî" li hemberî çalakvanên sivîl, xwendekar û xwepêşanderan, bûye amûrek ji bo sînordarkirina azadiya ramanê û çalakiyên aştiyane.

Di heman demê de, çalakvanên xwendekar di wê baweriyê de ne ku doza Rahîle Moînî nûmûneyek eşkere ji wê pêvajoya ku tê de ne tenê xwepêşander bi muameleyên tund ên ewlehiyê re rûbirû dimînin. Her wiha ew kesên ku di dema xwepêşandanan de birîndar bûne jî bi biryarên dadgehê û sînordarkirinên berfireh re rûbirû dimînin.