Ji Însiyatîfa Nûn peyama 4`ê Nîsanê: Em ê têkoşînê mezin bikin

Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Abdullah Ocalan, 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û bang li gelên Rojhilata Navîn kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Navenda Nûçeyan- Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi boneya 4`ê Nîsanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘4’ê Nîsanê ji bo jinên azad roja vejînê ye’

Di daxuyaniyê de însiyatîfê, 4’ê Nîsanê li jinan û gelên berxwedêr pîroz kir û diyar kir ku ev roj, roja vejînê ye ji bo jinên azad, civaka azad û vejîna îdeolojî û felsefeya demokratîk û azad e.

Însiyatîfê di daxuyaniyê de, diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên azadîxwaz xala guhertinê ye û ji bo bidestxistina azadiya wî ya fizîkî divê tevahî komplo têk biçin, berxwedan û têkoşîn bi dirûşma "Dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e" berdewam bike.

Banga mezinkirina têkoşînê

Însiyatîfê bang li gelên Rojhilata Navîn kir ku heta bigihîjin azadiyê û Abdullah Ocalan bê berdan, têkoşînê mezin bikin.

Her wiha însiyatîfê bang li CPT`yê kir ku helwesteke cidî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan bide.