Ji Înisiyatîfa Jinan Li Enqereyê banga aştiyê

Înisiyatîfa Jinan a "Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye", li pêşiya Meclîsê daxuyaniyeke girseyî da. Jinan bal kişand ser rapora komîsyona meclîsê ya ku "navê jinê tê de tune ye" û daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd kirin.

 Enqere – Înisiyatîfa Jinan a "Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye", di salvegera yekemîn a şewitandina çekan ji aliyê gerîlayên azadiyê ve li pêşiya meclîsê daxuyaniyek da û careke din banga xwe ya ji bo aştiyê nû kir. Jinan xwest gavên qanûnî bên avêtin û hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re neyên astengkirin. 

Di salvegera şewitandina çekan de, bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a "Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye", ji gelek bajaran jin li Enqereyê li ber Deriyê Dîkmen ê Meclîsê hatin ba hev û daxuyaniyeke girseyî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de dirûşmên "Ji şer re na, her wekî niha aştî" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

‘Ji ber ku gava qanûnî nehat avêtin 30 kes hîn jî nehatine’

Destpêkê ji însiyatîfê Akademîsyen Hulya Osmanoglu ya ku şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kiribû, mafê axaftinê girt. Hulya Osmanoglu got: “Em di 11’ê Tîrmehê de, di salvegera çalakiya şewitandina çekan a gerîlayên PKK’ê de ku bi banga Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk hatibû, li vir in. Salek berê ez jî li Silêmaniyê beşdarî wê çalakiya şewitandina çekan bûm ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo nîşandana bidawîbûna têkoşîna çekdarî pêk anîbû. Li wir, ligel hejmarek kesayet, nûnerên dewletê û mirovên ji muxalefeta civakî ya Tirkiyeyê, me guhdarî Hevserokatiya Konseya Rêveber Besê Hozat kir. Di wê daxuyaniya ku metna wê ya Tirkî xwend de diyar kir ku di serdema nû de ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk dawî li têkoşîna çekdarî anîne û li ser vê gotinê jî wekî sembolîk ew çek hatin şewitandin. Lê belê tevî ku wê rojê 30 kesan, 30 endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê çekên xwe şewitandin jî hîn jî nikarin vegerina nava van sînoran. Ji ber ku hê jî tu çarçoveyeke qanûnî û siyasî nehatiye avakirin.”

‘Biryardariyeke wisa bû ku me şahidî jê re kir’

Hulya Osmanoglu wiha berdewam kir: "Ne tenê wekî çekberdan, meclîsê hê jî ji bo çalakiyên ku rê li ber çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd vedikin, çarçoveyeke qanûnî û siyasî ava nekiriye. Ji ber vê yekê, di salvegera 1’emîn a şewitandina çekan a sala borî de, wekî Însiyatîfa Jinan a "Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye", em careke din meclîsê vedixwînin ser wezîfeyê. Komîsyonê rapora xwe temam kir. Hevdîtinên pêwîst hatin kirin. Niha êdî ji bo avakirina aştiyê li ser bingeha demokrasiyê û ji bo ku jin beşdar bibin û rêxistinên vê pêvajoya aştiyê, salek şûnda em dîsa li ber deriyê meclîsê ne da ku bibêjin tiştên pêwîst bikin. Sala borî tiştê ku me li wir, di dema şewitandina wan çekan de şahidî jê re kir, bi temamî biryardariyek bû. Biryardariya avakirina aştiyê û bi aştiyê encamgirtina têkoşîna ku bi salan, hatiye meşandin bû. Besê Hozat bi deqeya ku daxuyanî xwend û hevalên din jî bi çalakiya xwe ev yek nîşanî me dan. Îro wekî endam û bangewazên Însiyatîfa Jinan a "Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye" ku ji çar aliyên welat û ji sînorên vî welatî hatine, em li vir in da ku bibin dengê banga aştiyê ya sala borî di 11’ê Tîrmehê de ji aliyê Besê Hozat ve hatibû xwendin û bêguman ji bo ku em meclîsê vexwînin ser wezîfeyê."

Paşê, ji înisiyatîfê Nîlgun Sarmanel metna hevpar a çapemeniyê xwend.

Di daxuyaniya li ber meclîsê de wiha hat gotin: “Em wekî Însiyatîfa Jinan a "Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye", salek berê di 8’ê Tîrmehê de bi dirûşma 'Meclîs li Ser Wezîfeyê, Jin Ber bi Têkoşîna Aştiyê ve' li pêşiya vê meclîsê bûn. Me ji vir daxwaz kiribû ku di nava meclîsê de bi lezgînî komîsyonek ji bo aştiyê were avakirin û wekî jinan me 5 daxwazên xwe yên bingehîn rêz kiribûn. Di vê salê de gelek tişt qewimîn. Ew komîsyona ku me wê rojê daxwaz kiribû hat avakirin û di roja wê ya dawî de be jî em jin hatin vê derê, me daxwazên xwe gihandin wê komîsyonê. Lê mixabin ne tenê tu gotinên me di rapora dawî de cih negirtin her wiha di raporê de qet behsa wê yekê jî nehat kirin ku jin çawa di nava şer de dijîn."

Rapora meclîsê

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişte hatin ziman: "Wekî ku me yekser piştî ragihandina raporê gotibû, di rapora Komîsyona Demokrasî, Biratiyê û Pişgiriya ya TBMM’ê de 'navê jinê tunebû.' Ew pênc daxwazên ku me wê rojê li vir û paşê jî di komîsyonê de anîn ziman ev bûn: Derxistina siyasetê ji sûcbûnê. Ango rakirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) û her wekî wan, serbestberdana hemû girtiyên siyasî bi taybetî girtiyên nexweş; paşvekişandina hemû qeyûman û betalkirina Biryarnameya Serokkomariyê ya têkildar; girtina wekheviyê û giştgiriyê wekî bingeh ji bo hemû nasname û girêdayiyan. Di vê çarçoveyê de rakirina astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayîkê û girtina xizmeta saziyî; darizandina mêrên bi unîformayî (tîmên taybet, cerdevan, hwd.) yên ku hêza dewletê digrin pişta xwe û tawanên tundiya zayendî dikin û rûbirûbûna bi van sûcan û bi encamên koçberkirina bi darê zorê re. Her wiha vekirina riya hevdîtina jinan, rojnamevanan û civaka sivîl bi Abdullah Ocalan re ku aliyekî vê pêvajoyê ye, bi vî rengî da ku jin li ser hemû maseyan ku aştî lê tê axaftin gotina xwe bibêjin û qanûna dê li ber vegerê ve were derxistin, pirsgirêka wekhevî û azadiya jinan jî li ber çavan bigre."

Divê dest ji têgîna 'terorê' were berdan

Di daxuyaniyê de tekezî li ser vê yekê hat kirin: "Îro siyaset ji her demê bêhtir sûc e. Li aliyekî ligel operasyona betalkirina tam a li dijî CHP’ê, di demeke ku tê gotin bila li welat li şûna çekan siyaseta demokratîk biaxive wezîfeya darazê qadê hîn bêhtir teng dike; li aliyê din ji bo kêfxweşkirina rêxistina şer a emperyalîst NATO’yê û ji bo sifirkirina îtîrazê, rêbazek bi navê "girtina pêşîgirtinê" dikeve meriyetê; em di nava rojên wiha de derbas dibin ku ev bajarê em tê de ne ji gelê xwe tê paqijkirin. Di dema ku em dibêjin bila di vê riya ku diçe aştiyê de Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê were rakirin, dewlet ji raboriyê rêxistinan zindî dike, mirovan bi endamtiya rêxistinên ku navên wan jî nizanin tawanbar dike û tu carî dest ji têgîna 'terorê' bernade."

Heqaretên zayendperest

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat bilêvkirin: "Her çendî ji pakêtên darazê were derxistin jî bi desteserkirinên di Meşa Rûmetê de (Onur Yuruyuşu), bi serdegirtina komeleyan, bi astengkirina gihîştina hesabên medyaya dîjîtal û bêhtir, LGBTÎ+ bûn, bi siyaseta dijminatiyê, bi awayekî cidî dikeve rewşa sûc. Bila berdana girtiyên siyasî û sepandina biryarên DMME û AYM’ê ku di rapora komîsyonê de jî hatine destnîşankirin li aliyekî bibe, dewlet ji şoreşgeran bigre heta dilxwazên TEMA’yê, ji rojnamevanan heta komedyenan mirovan bi îşkenceyê destgîr dike û di heman demê de, parlamenterên jin, hevriyên me Sevda Karaca û Burcugul Çubuk bi taybetî rûbirûyî muameleya biçûkxistinê û heqareta zayendperest dike."

Êrîşên piralî li ser jinan

Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hat ser ziman: "Em dibînin ku di vê salê de tu şaredarî ji şaredarê hilbijartî re nehatiye îadekirin, tu qeyûm paşve nehatiye kişandin û rêveberiyên herêmî yên di destê muxalefetê de bi her cure riyan bi berdewamî tên desteserkirin. Dema ku em dibêjin wekhevî bingeha aştî û demokrasiyê ye jî em dibin şahid ku bi çavbirçîtiya li ser mafên sivîl ên jinan re, tehemula fikra wekheviyê bi xwe jî tune ye. Di dema ku em dibêjin divê astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayîkê û xizmeta saziyî werin rakirin, em dibin şahid ku di komîsyona meclîsê ya ji bo pêvajoyê hatibû avakirin de bi xwe jî destûr nayê dayîn ku Dayîkên Aştiyê bi zimanê xwe yê dayîkê biaxivin. Ev jî têrê nake, li ber deriyê vê meclîsê rojnamevaneke jin tenê ji ber ku di çenteyê wê de nivîsa Kurdî heye, rûbirûyî hewldana lêgerîna tazî dibe. Em eşkere dibêjin: Lêgerîna tazî, tundiya zayendî ye! Maqûldîtina tundiya zayendî, lêkolînnekirin û nedarizandina wê, veguherandina vê yekê bo çekekî şer û amûrekî biçûkxistinê, dibe sedema berbelavbûna vê tundiyê."

Çima destûr nadin şandeya Îmraliyê?

Di dawiyê de, daxwaza me ya vekirina riya hevdîtinan bi Abdullah Ocalan re bi awayekî zelal, cihgirtina jinan li ser maseyên ku aştî lê tê axaftin û çêkirina qanûna vegerê bi berçavgirtina rewşa jinan jî di vê sala dawî de bersiv nedît. Heta di van rojan de ku tê axaftin qanûna çarçove were meclîsê, em fêr dibin ku zêdetirî 40 roj in destûr nayê dayîn ku Şandeya Îmraliyê biçe. Çima? Destûr nayê dayîn ku civak fêr bibe? Naveroka qanûna ku tê gotin dê heta dawiya meha Tîrmehê were derxistin çi ye? Ev qanûn dê bibe qanûnek ku rê li ber siyaseta demokratîk vedike yan qanûnek dîlgirtinê ye ku pêvajoyê tîne rewşa 'min kir û qediya'?

Daxuyaniya Besê Hozat

Erê, hê vê meclîsê û hukûmetê di dema derbasbûyî de gavên pêwîst ji bo aştiyê neavêtine lê hê dem heye, hê tiştên ku werin kirin hene. Îro di heman demê de salvegera yekem ji gavên herî girîng e ku ji bo aştiyê hatibû avêtin: Merasîma şewitandina çekan. Di wê merasîmê de berdevka Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat gotibû; 'Ji niha û pê de, ji bo ku em têkoşîna xwe ya azadiyê, demokrasiyê û sosyalîzmê bi rêbazên siyaseta demokratîk û hiqûqê bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk, em li pêşberî we çekên xwe bi vîna xwe ya azad îmha dikin. Bêguman ji bo serkeftina vê hewldana dîrokî, pêdivî bi reformên hiqûqî yên pir cidî heye.'

Siyaseta demokratîk

Bêguman wateyeke taybet a vê yekê heye ku ev gotinên li ser têkoşîna di qada siyaseta demokratîk de bi dûrketina ji çekan, bi pêşengiya jinan hatine gotin. Ji ber ku di erdnîgariyeke wiha de ku evqas cudakarî û înkar lê heye, ji bo jinan mayîna li derveyî têkoşînê ne vebijarkek e. Wekî ku me di rapora komîsyonê de ku me pêşkêşî meclîsê kir wekî Însiyatîfa Jinan a "Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye" gotibû, bi rastî jî ji bo ku çek bi awayekî daîmî ji jiyana me derkevin, beriya her tiştî divê saziya siyasetê biguhere û veguhere û li ser îmha û înkarê neyê avakirin. Di van rojan de ku behsa qanûnê tê kirin, em bi bîr dixin ku bendewariya vegera kesên dê vegerin bo jiyana wiha ku wekî Kurd û wekî jin jî bê wekhevî, bêmafî, bêhiqûqî, tundiya dewleta mêrsalar û mêtingerî li ser wan tê ferzkirin dê zemînê ji pevçûnên nû re amade bike.

Daxwaz

Em daxwazên xwe careke din ji vir dubare dikin; em ji bo qanûnek ku tu kes ji ber parastina mafên xwe neyê girtin îsrar dikin. Ên ku ji ber siyaseta xwe di girtîgehê de ne divê serbest werin berdan. Tiştekî bi navê qeyûm tunebe, Kurd, jin, LGBTÎ+ û her kes wekhev be. Zimanê dayîkê maf be. Yên ku unîformaya dewletê li xwe dikin û çekan digrin destên xwe nikaribin sûcên zayendî li dijî jinan bikin û ser vî sûcî neyê girtin. Gundê tu kesî wekî herêma ewlehiyê ya taybet neyê îlankirin. Qanûnek ku ne sûcdarên nû diafirîne, rê li ber siyaseta demokratîk vedike hebe!”