Ji Êlîhê berteka qeyûman: Tiştên ku dikin xayîntî, dijminatî, dizîtî ye
Jinên ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê li ser Şaredariya Êlîhê dan gotin “Tiştên ku ew dikin xayîntî, dijminatî, dizîtî ye. Her ku em di hilbijartinan de bi serdikevin ew qeyûm tayîn dikin” û diyar kirin ku ew ê li dijî xespkirina îradeyê li berxwe bid
MEDÎNE MAMEDOGLU
Êlih – Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) de kir. Piştî tayînkirina qeyûm di 4’ê Mijdarê de di saetên sibê de polîsan derdora Şaredariya Êlihê dorpêç kir û gel ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûm ber bi şaredariyê ve herikî. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxeleyî kesên ku xwestin barîkata polîsan derbas bikin kir û gelek kes binçav kirin. Jinên ku tayînkirina qeyûm li ber şaredariyê şermezar kirin, bertekên xwe ji ajansa me re vegotin.
‘Çawa wisa rehet dikarin werin li ser keda me birûnên?
Ji jinan Melahat Sarhan got: “Ji me çi dixwazin? Ev şaredarî qey malê bavê wan e. Gelê Êlîhê şaredarî bi keda xwe qezenc kir. Çawa wisa rehet dikarin werin li ser keda me birûnên? Em van tiştan qebûl nakin. Derdê wan çi ye, em dixwazin bizanibin. Ji seetên siharê ve tên şaredariyê xesp dikin. Hêviya min ev e ku ji vê şaredariyê xêrê nebînin. Ji ber ku ev şaredarî bi encama keda me hat qezençkirin. Banga min ji hemû gel re; werin xwedî li şaredariya xwe derkevin, xwedî li îradeya xwe derkevin.”
'Em ê heya dawiyê tekoşîna xwe bidomînin’
Saadet Acet jî got: “Mê van şaredariyan bi keda rayên xwe qezenc kir. Tayînkirina qeyûm dizîtî ye. Rastiya wan ev e? Xwuşk û biratiya wan ev e? Mirovatiya wan ev e? Ji aliyek dibêjin em xwuşk û birayê hev in ji aliyek jî dewlet Bahçelî dibêje ‘Bila Ocalan were meclîsê biaxive û piştre jî qeyûm tayînî şaredariyên me dikin. Tiştê ku ew dikin xayîntî, dijminatî û dizîtî ye. Kesê lu ser wan diz e, qeyûm jî diz e. Em ê heya dawiyê tekoşîna xwe bidomînin. Em hatin vir ji bo li ber xwe bidin û em ê li ber xwe bidin. Em bi wan re ne xwuşk û bira ne.”
‘Em bi kolan kolan geriyan me şaredariya xwe girt’
Esma Ayhan a ku qeyûm protesto kir got: “Heqê wan nîn e. Xwedê ji wan re nehêle. Heya emrê me têrê bike em ê li ber xwe bidin.” Yildiz Tan jî wiha axivî: “Êdî gotin neman em çi bibêjin. Dibêjin Îsraîlê zilmê li Filistinê dike. Gelo tiştê tînin ser Kurdan ne zilm e. Em bi kolan kolan geriyan ji bo ku şaredariya xwe bistînin. Em gav paş de navêjin. Em ê li vir birûnên. Em naçin tu derê.”
Elif Tilogtûmur jî got: “Em vê qebûl nakin bila xwedê jî qebûl neke. Heya ji destê me bê em vir bernadin. Em heqê xwe helal nakin. Ev dizîtiyê dikin. Em ji mezinên xwe rastiyê fêrbûn, ew diziyê fêr bûne. Bila derkevin pêşberî gel û pirs bikin ‘we dengê xwe da me an neda me?’ Me deng neda wan. Di destê me de tiştek tune ye. Tang û topên wan heye lê em ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”