Ji 8’ê Adarê heta destana Rojava, jin di qadên têkoşînê de

Di 8’ê Adarê de, jinên li cîhanê dîrokeke dirêj a têkoşînê bi bîr tînin, lê ev roj li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî wateyeke kûrtir e, ku şoreşa jinan li Rojava modelek civaka demokratîk pêşkêş kiriye.

SÎLVA IBRAHÎM

Kobanê – 8’ê Adarê mîrateyek ji têkoşîna jinan a li dijî bêparkirin û niheqiyê temsîl dike û ew fersendek e ji bo ji nû ve piştrastkirina mafên wan ên siyasî, civakî û aborî. Piştî 10 salên têkoşîn û berxwedanê, jin bûne hevkarên bingehîn di avakirina civakên demokratîk de. Bi taybetî li herêmên wek Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku şoreşa jinan li Rojava nîşan daye têkoşîn ne tenê bi qada leşkerî ve sînordar e, di heman demê de ber bi siyaset, hiqûq, perwerde û civaka sivîl ve jî dirêj dibe.


Tevî destkeftiyên dîrokî yên jinan, rastiya wan hê jî bi pirsgirêkên girîng ên qanûnî û siyasî re rûbirû ye. Ji ber zêdebûna hêzên radîkal ên ku hewl dane wan ji meqamên biryardayînê dûr bixin û wan bêbandor bikin. Ji ber vê girîng bûye ku destkeftiyên tevgera jinan bi rêya tedbîrên qanûnî yên zelal ên ku mafên jinan di hemû waran de garantî dikin, werin xurtkirin. Pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanê veguherînin pratîkek domdar û sazûmanî ku van destkeftiyan ji hewldanên betalkirin an berevajîkirina wan diparêze.

8’ê Adarê û mîrateya têkoşîna wê

Pîrozbahiya 8’ê Adarê têkoşîn û qurbaniyên ku jinan ji bo parastina mafên xwe yên kar, rûmet û wekheviyê kirine bi bîr tîne. Naskirina navneteweyî ya vê tevgerê, di dîroka femînîzmê de kêliyek girîng nîşan da. Koka vê bûyerê dikare were şopandin heta xwepêşandanên karkerên tekstîlê li New Yorkê di destpêka sedsala 20’an de dema ku  daxwaza şert û mercên xebatê û mûçeyên çêtir kirin. Her ku tevgera femînîst li çar aliyê cîhanê berfireh bû, Neteweyên Yekbûyî di sala 1977’an de bi fermî ev roj pejirand ku destkeftiyên jinan pîroz bike û mafên wan pêşve bibe.

‘8’ê Adarê mîrateyek têkoşînê ji bo jinan e‘

Cîgira Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li kantona Firatê Mizgîn Xelîl diyar kir ku 8’ê Adarê mîrateyek têkoşînê ji bo jinan e û ev roj li jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurdistanê pîroz kir. Mizgîn Xelîl wiha got: “Berxwedana ku li kargehan dest pê kir û di nav jinan de li qadên cûrbecûr belav bû, şoreşek li dijî niheqî û înkarê bû û ev têkoşîn Roja Jinan a Cîhanê afirand. Meş nesekinî, bi rihê jinên ku di dîroka têkoşîna jinan de bûne îkon, wek Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn û ji hêla jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ve hatine teqlîdkirin, berdewam kir.”

Jinên ji gelek paşxane û pêkhateyan beşdar bûne

Li ser eniya Kurdistanê, Mizgîn Xelîl jiyana çalakvan Sakîne Cansiz a ku li Parîsê ligel du hevalên xwe hate qetilkirin bi bîr xist û wê wek yek ji pêşengên ku rêya azadiya jinan şopand û di civakekê de ku rola wê paşguh dikir, xwestin edalet û wekheviyê ava bikin, bi nav kir. Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku têkoşîna van jinan mîrateyek ava kiriye ku şoreşa jinan li Rojava ji wê dest pê kiriye, ku jinên ji gelek paşxane û pêkhateyan beşdar bûne.

‘Pîrozkirina Roja Jinan divê ne tenê bi bûyerên sembolîk sînordar be’

Mizgîn Xelîl wiha li gotinên xwe zêde kir: “Her şoreşek pêşengên xwe hene û pêşenga şoreşa Rojava bi taybetî ji hêla jinan ve hate kirin, ji ber ku têkoşîna jinan ne tenê bi aliyê leşkerî ve sînordar bû, di heman demê de warên siyasî, civakî, dîplomatîk û akademîk jî di nav xwe de digirt. Pîrozkirina Roja Jinan divê ne tenê bi bûyerên sembolîk ve sînordar be, her wiha divê bibe berdewamiya têkoşîna jinan ji bo mîsogerkirina mafên wan a di hemû waran de.”

Guhertinên siyasî û hewldanên têkbirina hêviyên gelê Sûrîyeyê

Bi guhertinên siyasî û leşkerî yên ku Sûriyeyê di van salên dawî de dîtiye, hêzên çekdar ên bi meylên radîkal derketine holê, di nav wan de Heyet Tehrîr El-Şam jî heye, ku kokên wê vedigerin Cebhet El-Nusra, şaxê berê yê El-Qaîdeyê li Sûriyeyê. Bi hatina van cîhadîstan a ser desthilatê piştî hilweşîna rejîma Baasê, piştî krîzeke ku zêdetirî 14 salan dom kir û bi veguhestina vê mîrateya rewşenbîrî bo deverên Sûriyeyê, hêviyên gelek Sûriyeyiyan ên ku dixwestin dewletek demokratîk ava bikin ku azadiya hemû pêkhateyên olî û neteweyî, di nav de mafên jinan jî garantî bike, têk çûn.
Di dema kontrola xwe de, cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam HTŞê bi sepandina sînordarkirinên giran li ser azadiyên giştî, dûrxistina jinan ji meqamên biryardayînê û binpêkirina li dijî komên olî û etnîkî yên wekî Durzî, Elewî û Kurdan hatin tawanbarkirin. Vê nêzîkatiyê bandor li civatekê kir ku di dîrokê de bi pirrengiya xwe ya çandî û olî tê nasîn, dabeşbûnan kûrtir kir û azadiyan li gorî armancên ku bi qonaxên destpêkê yên şoreşê re dihatin kêm kir.

Banga mezinkirina têkoşîna qanûnî

Bi berçavgirtina veguherînên heyî û bi diyaloga ku wekî rêyek çareseriyê hatiye pejirandin, Mizgîn Xelîl li ser rastiya jinan a îroyîn wiha axivî: “Rastiya niha ya jinan ne cuda ye ji ya ku di bin kontrola Partiya Baas de bû, ji ber ku ew heman marjînalîzekirinê dijîn, bi taybetî bi bilindbûna cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam bo ser desthilatê. Qonaxa niha ku şahidiya hewldanên entegrasyona siyasî dike, bi hewldanên jiholêrakirina jinan û marjînalîzekirina rola wan re tê.”
Paşguhkirina rola jinan di pêvajoya entergrasyonê de niheq e

Mizgîn Xelîl girîngiya pejirandina rêbazên nû di têkoşînê de ji bo mîsogerkirina parastina mafên jinan di Sûriyeya pêşerojê de tekez kir û wiha pê de çû: “Em hewceyê Sûriyekê ne ku jin tê de hebûnek zelal hebe ku li gorî mîrateya wan a têkoşîn û qurbanîdanê be. Bi rêya avakirina civakek demokratîk ku tê de wekheviya zayendî were bidestxistin û neheqiya li dijî jinan were rakirin. Ev tenê dê bi gavên qanûnî yên ku mafên wan ên siyasî, îdarî, civakî, dîplomatîk û leşkerî di destûra Sûriyê de garantî dikin, were bidestxistin. Paşguhkirina rola jinan di pêvajoya entegrasyona siyasî de niheq e, prensîbên demokrasiyê nîşan nade û bi mezinbûna qurbaniyên jinan di salên şoreşê de ne lihevhatî ye.”

Divê jin di pêşeroja Sûriyeyê de roleke çalak bilîzin

Mizgîn Xelîl di dawiya gotinên xwe de bang li hemû jinên ji paşxaneyên cuda kir ku beşdarî têkoşînê bibin û wiha bidawî kir: “Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî vê têkoşînê bibin û di diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê de roleke çalak bilîzin.”