Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê
Ji bo 10’êmîn salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê 78 baroyan daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin û emê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”
Navenda Nûçeyan - Bertekên li dijî vekişandina Tirkieyê ya ji Peymana Stenbolê berdewam dikin. 78 baroyan ji bo 10’êmîn salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûnên xwe yên li dijî vekişandina ji peymanê anîn ziman.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vekişandina ji peymanê ya bi Biryarnameya Serokomariyê li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî û hat gotin: “Peymana Stenbolê sazkar e, em dev jê bernadin û emê têkoşîna me ya hiqûqî bidomin in.”
Baroyan bang li rayedaran kirin ku biryara vekişandina ji peymanê betal bikin.