Ji 7 jinên girtiyên li Girtîgeha Evînê name heye!

7 jinên girtî yên li Girtîgeha Êvînê, nameyek nivîsandin û bal kişandin ku çalakvanên jingehê girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan û jinên din bi mehan rastî îşkenceyên giran ên fîzîkî hatine.

Navenda Nûçeyan- 7 jinên girtî yên li Girtîgeha Evînê, bi nameyek vekirî piştgirî dan çalakvanên jîngehparêz ên girtî û cezayê darvekirinê şermezar kirin. Di nameyê de her wiha bal hat kişandin ser zextên girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan a ji bo mikurhatina bi darê zorê û "înfaza" Şîrîn Alamholî.

'Mafê jiyanê ji destê wê tê girtin'

Di nameya ku bi gotina “Cezayê darvekirinê ku mafê jiyanê ji destê wê distîne, yek ji binpêkirinên herî giran ên mafên mirovan e” dest pê kir de, wiha hat gotin: “Birîna ku ev yek çêdike, dê tu carî baş nebe. Civaka Îranê bi dehan salan êşa darvekirina hezkiriyên xwe kişand û di van rojan de careke din em bûn şahidê darvekirina çend ciwanên xwepêşander. Di nameyê de bal hat kişandin ser bandora darvekiribê ya li ser girtiyan û wiha hat gotin: “Em girtiyên siyasî yên jin, di girtîgeheke ku siya xerab a cezayên ‘darvekirinê’ û tehdîdên ‘mirinê’ ketiye ser hin hevalên me de ne.”

Di hucreya yek kesî de hatin girtin

Di nameyê de behsa çalakvanên jîngehê û doz, îşkenceya fizîkî û derûnî yên li ser girtiyan tên kirin hat kirin û wiha hat gotin: “Çalakvanên jîngehê ji bo parastina jîngeh û pêşeroja axa me Îranê têdikoşin. Bi îfadeyên bêbingeh ên Muhafizên Şoreşê re hatin girtin. Muhafizên Şoreşê ji bo kesên jêpirsîn dike tiştên nekirinê li xwe mikur werin 2 salan li hucreyên yekkesî yên li qawîşa ewlehiyê rastî zextên zihnî, derûnî anî. Yek ji amûrên herî qiretên ku erkdarên jêpirsînên ji bo li xwe mikur bin bikartînin, dîmenê 'darvekirinê' nîşanî wan didin û li dadgehan bi 'darvekirinê’ re gef li wan dixwın.”

Rewşa girtiyên jin

Her wiha di vê nameyê de der barê dozên gelek girtiyên jin jî nirxandin hat kirin û wiha hat gotin: “Du hevalên me yên xebatê Sapedeh Kashanî û Nîlofer Bayanî bi hevpîşeyên xwe yên din re di bin van şert û mercan de sewqî dadgehê hatin kirin û wek ‘sîxur’ hatin binavkirin. Bêyî delîl û belgeyên qanûnî bi sûcên ‘li cîhanê gendelî’ jî hatin sûcdarkirin. Hevalek me ya din Maryem Haj Husseinî ku yek ji zanyarên bijarte ên welêt e, 412 rojan di 'mala ewle' ya Wezareta Parastinê ya li cihekî dûr (herêmeke çiyayî) ya bajarê Tahranê de hat heps kirin. Ji ber sûcdariya 'li cîhanê gendelî ' bi gefa cezayê ‘darvekirinê’ re rû bi rû ma. Mahosh Shahriarî û Fariba Kamalabadî bi mehane di hucreya yekkesî de ne û ji dema hatine girtin heta niha ji ber baweriyên xwe di bin zextên giran ên derûnî, zihnî û fizîkî de ne. Ji ber sûcên 'gendelî û sîxuriyê' bi gefa 'cezayê mirinê' re rû bi rû man.”