Ji 68 saziyên jinan banga serbest berdana Aysel Tugluk

68 rêxistinên jinan ên li Turkiyeyê banga serbestberdana siyasetmendara Kurd Aysel Tugluk a nexweşên wê girane li gel wê jî di girtîgehê de tê girtin kirin û gotin: “Em bang li hemû rayedarên dikin li gorî hiqûqê biwijdan tevbigerin."

Navenda Nûçeyan – Di navê de Yekîtiya Jinên Elewî, Komeleya Ben Seçerim, Tevgera Jinên Azad (TJA), Jinên Hekîmên TTB û Komeleya Demir Leblebi jî di navê de 68 komeleyên jinan nê Turkiye yê ji bo rewşa tenduristiya serbestberdana siyasetmendara Kurd Aysel Tugluk a ji kanûna 2016’an ve di girtîgehê de tê girtin daxuyaniyek nivîskî dan. 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser wê yekê ku Aysel Tugluk di dîroka siyaseta Kurdan de yekem jina hevserokatiya partiyê kiriye û wiha hat domandin: "Ayselê hevserokatiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) kir. Aysel di heman demê de hiqûqnas e, parêzvana mafên mirovan e, têkoşera azadî û wekheviya kurd e û siyasetmedar e. Aysel bi ked û têkoşîna xwe jiyana xwe danî holê û di dîroka siyasî de şopeke girîng hişt. Wek her kes dizane li hemberî cenazeyê dayika wê êrişeke nîjadî pêk hat. Ev tişt di bîra wê de xesareke mezin hişt. Bi mehan tedawî û muayeneya wê ji hêla Dezgeha Tiba Edlî ya Fakulteya Tib a Kocaeliyê hat kirin. Di encamê de biryara nikare di girtîgehê de bimîne hat dayîn. Berevajî rapora ku hevpar hatî amadekirin, Dezgeha Tiba Edlî ya Stenbolê raporek amade kir. Dezgeha Tiba Edlî, bi salane bi raporên xwe yên li dij ehleq, wijdan û hiqûqê amade dike ve tê rojevê. Li hemberî girtiyên siyasî yên nexweşiyên wan giranin raporên 'dikare di girtîgehê de bimîne' amade dike. Yek jî wan raporan a ku li dijî zanista tibê ji bo Ayselê hat amadekirin. Dezgeh, nexweşiya Demans a Ayselê înkar dike. Di rapora ku hatî amadekirin de gelek nakokî hene. Bersiv nade îtîrazên ku hatî kirin û tenê nexweşiya ku giran dibe temaşe dike. 
Em daxwaz dikin Aysela ku bi salane li dijî şîdeta li hemberî jinê, ji bo azadiya jinê wek siyasetmedarek têkoşîn dayî serbest bê berdan. Her wiha di çarçoveya 'Ji bo jinan edalet' em carek din daxwazên xwe hem ji bo Ayselê û hem jî ji bo hemû girtiyên siyasî tînin ziman. Çend li gorî rapora heyî Aysel nikare di girtîgehê de bimîne nayê tehliyekirin. Di serî de Wezareda Edaletê û dewlet berpirs e. Heke derbarê rewşa tenduristiya Ayselê de tiştek biqewime ev berpirs in. 
Em careke din bang li hemû rayedarên ku di vê pêvajoya bêhiqûqî ya ku li ser jiyana wê hatiye meşandin de îmze kirine dikin ku li gorî vê pêvajoyê li gorî hiqûq, zanist û wijdan tevbigerin."