Ji 44 rêxistinan banga serbest berdana rojnamevana Çînî Zhan Zhang
Çîna ku bi zextên xwe yên li dijî rojnamegeran hertim navê xwe di rojevê de dihêle, di domandina girtina rojnameger Zhang Zhang de israr dike. Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê jî di nav de, 44 rêxistinan daxwaza berdana Zhan Zhang kirin.
Navenda Nûçeyan- Rojnamevan Zhan Zhang li Girtîgeha Jinan a Bajarê Şanghay girtî ye. Hate diyarkirin ku rojnameger Zhan Zhang, ji ber nûçeyên ku di pêvajoya pandemiyê de ji raya giştî re ragihand, hate girtin û bi sûcdariya "pirsgirek derxistin" 4 sal cezayê girtîgehê danê.
Li gorî agahdariya ku ji hêla malbata wê ve hatî dayîn, Zhan Zhang a ku bi nexweşiyên weke ulser û refluksê ketiye ji bo protestokirina şert û mercên girtîgehê di greva birçîbûnê de ye. Xizmên Zhan Zhang bi rêya ragihandinê banga hestiyariyê li raya giştî kirin û gotin: "Bila di bin çavdêriya dewletê de nemire." Tê diyarkirin ku Zhan Zhang bêguneh e û ji bo ku girtina xwe ya neqanûnî protesto bike, ji Gulana 2020’an ve bi girtina tupa oksîjenê li jiyanê tê girtin. Tê diyar kirin ku Zhan Zhang, di meha Tebaxê de 11 rojan li nexweşxaneyê ma û rewşa wê ya tendûristi roj bi roj xirabtir dibe û tê xwestin ku tavilê were berdan.
Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de girtinê ji destpêkê ve xelet dibîne
Koalîsyona Jinan di Rojnamegeriyê de daxwaz dike ku Zhan Zhang bi hincetên bijîşkî tavilê bi kefalet were berdan. Daxuyaniya ku dibejê, "Girtina rojnamevan dikaribû ji serî de were şermezar kirin, lê şerm e mirov ji ber xirabiya birêvebirina dewletê jiyana wê nexe xeteriye," hat ragihand ku ji bo berdana 43 rojnamevan û rojnamevanên rêxistina mafên rojnamevan nameyek vekirî nivîsandine û ew jî îmze kirine.
Çîn di azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 177’an de ye
Li gorî RSF'ê, Çîn di azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 177'an de ye. Tê ragihandin ku li cîhanê herî zêde rojnameger têne revandin û 122 rojnameger jî girtî ne.
Werger: JINHA