Ji 12 baroyan li dijî êrişan daxuyanî

12 baroyan tekildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê daxuyanî dan û bi gotina: “Hewceye sivîl di her şert û mercan de bên parastin.” Bertek nîşanî êrişan dan.

Navenda Nûçeyan- Baroyên Amed û Wanê jî di nav de 12 baroyên bakurê Kurdistanê têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser sivîlên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobetê digirin, daxuyanî dan.

Bi eşkere binpêkirina hiqûqa navnetewî ye

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di êrişa dawî de Şanogerê Kurd Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) jî di nav de 6 sivîl hatine qetilkirin. Di daxuyaniya bi sernavê “Divê sivîl di her şert û mercan de bên parastin” de hat diyarkirin ku êrişa li dijî sivîlan, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li herêmên din ên Sûriyeyê êdî jiyan asayî bûye lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din pevçûn dest pê kirin. Di êrişa herî dawî ya dewleta Tirk li dijî Bendava Tişrînê de hunermendê Kurd Cuma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) jî di nav de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 15 sivîl jî birîndar bûn. Xwedê rehma xwe li lîstikvanê şanoyê Bavê Teyar ku civaka Kurd zêde jê hez dike û sivîlên din ên jiyana xwe ji dest dayin bike û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Ev êrişa li dijî sivîlan, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Parastina sivîlan a li qada şer, berpirsyartiyeke navneteweyî ye. Divê li gorî Peymana Cinevê û qeydên hiqûqa mirovhez tevbigerin.

Banga ‘bikevin nava tevgerê

Mirinên sivîlan, zemîna çareseriya bi rêbazên aştiyane xera dike û rê li ber travmayên civakî yên cidî vedike. Weke baroyên herêmê yên îmzeyên wa li jêr; ji bo pêşîlêgirtina mirina sivîlan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li aktorên navneteweyî û civaka navneteweyî dikin ku bikevin nava tevgerê.” 

Baroyên ku daxuyanî dane

Baroyên metna daxuyaniyê îmze kirin ev in: Semsûr, Agirî, Êlih, Amed, Îdir, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan.