Ji 1001 îmzakeran banga aştiyê û demokrasiyê

Deklarasyona bi navê “1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê” hate eşkerekirin. Di deklarasyonê de bêçekbûn, hemwelatiya wekhev, perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafê hêviyê hatin daxwazkirin.

Stenbol – Li Stenbolê bi pêşengtiya jinan, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, karker û ciwanan deklarasyona “1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê” hate amadekirin. Deklarasyon li Navenda Çand û Hunerê ya Eyûp Sultanê ji raya giştî re hate eşkerekirin.

Di çalakiyê de gelek akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl axivîn. Îmzakarên deklarasyonê bi peyama “Dema çîrokên rastîn dest pê dikin, civak dev ji xeyalkirina paşeroja xwe bernadin” dest bi kampanyaya xwe kirin. Îmzakarên deklarasyonê diyar kir ku “1001” di çîrokên Rojhilat û Rojavayê de wekî sembola hêviya bêdawî û bi sebr ronîbûna tariyê ye. Îmzekaran bang li civakê kir ku li dijî zemîna pevçûn û dabeşbûnê aştiya civakî biparêzin.

Rojnamevan Nezahat Dogan metna deklarasyonê xwend.

‘Ji bo aştiyê helwesteke zelal hat girtin’

Di metna deklarasyonê de bi gotina “Çîrok ne ji bo veşartina rastiyê, lê ji bo êşandina rastiyê û ji nû ve avakirina wê tên gotin” hate destnîşankirin ku ew ji bo guhertina herikîna çîroka civakî li hev civiyane. Di deklarasyonê de hate gotin ku li dijî tariya pevçûn, dabeşbûn û bêdengiyê helwesteke zelal ji bo aştiyê hatiye girtin.

Sernavên deklarasyonê wiha hatin rêzkirin:

“*Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê dewam dike de, em di gavên yekem de piştgirî didin çekberdanê û ji rojeva welat bi temamî derxistina her cure tundiyê.

*Bi hişmendiya ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkê înkarkirina hebûna Kurdan e, em piştgirî didin ku daxwaza hemwelatiya wekhev were parastin; bi garantiya destûrî, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî re were nasîn û bi vî awayî hewildanên ji bo rakirina neheqiyên dîrokî bên piştgirîkirin.

*Em piştgirî didin hewildanên ku Komara Tirkiyeyê li ser bingeha dewleta azad, demokratîk û serdestiya qanûnê were avakirin. Her wiha em piştgirî didin daxwaza bicihanîna bêkêmasî ya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

*Em piştgirî didin ku aktorên ku di çareseriya vê pirsgirêka pevçûnî de ku bi dîroka Komara Tirkiyeyê re heman temenî ne rol digirin, derfetên muzakerekirina azad û di şertên wekhev de bidin wan. Em her wiha piştgirî didin ku li gorî biryarên DMME û daxwazên Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê, prensîba sûdwergirtina ji mafê hêviyê re bê pêkanîn.”

‘Îradeyek girîng derket holê’

Piştî xwendina metna hevpar, Ahmet Turk axivî. Ahmet Turk bertek nîşanî polîtîkayên mijûlkirinê yên dewlet û qadên burokrasiyê da û wiha got: “Pêvajoyên aştiyê divê bi gavên şênber werin pêşxistin. Ger em nexwazin êşên hatine kişandin dubare bibin, divê em berpirsyariya mezin û dîrokî ya ketiye ser milê xwe pêk bînin û berpirsyariyê bigirin.”

‘Tevî ku berdelên giran hene jî em alîgiriya aştiyê dikin’

Dayîka Aştiyê Bedîa Gokyuz li ser polîtîkayên cihêkarî û nêzîkatiya li cenazeyan sekinî û got: “Zarokên me nedixwestin pênûsê berdin lê ji ber ku pênûs têrî nekir û neçar man, çek girtin destê xwe. Divê gotin û peyamên dayikan bên guhdarkirin û tu kes neyê kuştin. Tevî ku berdelên giran hene jî, em dîsa jî alîgiriya aştiyê dikin.”

‘Ne 1001, divê em bibin milyonan kes’

Endama Konseya Rêveber a TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncanci destnîşan kir ku ew ji ber polîtîkayên netewedewletan neçar mane ku 1001 îmzeyan kom bikin da ku ciwanên me nemirin û got: “Ev loma desthilatê ye ne ya me ye. 36 hezar mirovên me ne aliyên şer bûn, lê ji ber şerê ku didome jiyana xwe ji dest dan. Ev du sal in tu kes namire û ev yek gelek girîng e. Divê her kes bigihije mafê xwe. Ne 1001, divê em bibin milyonan kes.”

Serokê Komeleyên Elewiyan ên Tirkiyeyê Zeynel Abîdîn Koç, hiqûqnas û nivîskar Gokhan Çakir, Nacî Sonmez, hunermend Kerem Firtina, siyasetmedar Musa Pîroglû û nûnerê Elewiyan Patrak Estukyan jî mafê axaftinê girtin.

Xebat bi banga piştgiriya aştiyê bi dawî bû.