Ji 100 girtiyên siyasî û aktîvîstên Îranî piştgiriya nameya navnetewî
Zêdetirî 100 girtiyên siyasî yên berê, aktîvîstên siyasî û mafên mirovan, rojnamevan û aktîvîstên civakî yên ji hundir û derveyî Îranê, nameyek hevbeş weşandin û daxwaza rawestandina darvekirinan, berdana girtiyên siyasî û bidawîanîna şer kirin.
Navenda Nûçeyan – Zêdetirî 100 girtiyên siyasî yên berê, aktîvîstên siyasî û mafên mirovan, rojnamevan û aktîvîstên civakî yên ji hundir û derveyî Îranê, nameyek hevbeş weşandin. Girtiyên berê piştgiriya xwe ji bo helwestên ku di nameya di 20’ê Tebaxê de hatine weşandin anîn ziman.
Nameya bi sernavê "Dawî li Şerê Emperyalîst û Darvekirinên Dewletê Bînin" ji aliyê gelek kesayetiyên navneteweyî yên wekî Angela Davis, Judith Butler, Kiana Yamata Taylor û Raşid Xalidî û gelek akademîsyen û parêzeran ve hat îmzekirin.
‘Dawî li darvekirinan bînin’
Di nameya ku duh hat weşandin de, îmzekerên Îranî yên piştgirî didin nameyê, tekez kirin ku divê gelê Îranê neçar nebe ku ji ‘êrîşa leşkerî û aborî ya derveyî’ û ‘tepeserkirina dewletê’ yekî bibjêre. Îmzevanan daxwaza bidawîanîna darvekirinan, berdana girtiyên siyasî, bidawîanîna şer û bidawîkirina ‘cezakirina kolektîf’ a li dijî gelê Îranê kirin. Her wiha di nameyê de hate diyarkirin ku ravekirina şert û mercên li Îranê bi mînaka ‘du aliyên meqesê’, nayê wê wateyê ku şer û tepeserkirina navxweyî yek e û mirov di heman kêliyê de di bin bandora herdu zextan de dimînin.
Îmzevanan, bikaranîna êşên gelê Îranê ya ji bo rewakirina destwerdana leşkerî ya biyanî an jî tepeserkirina navxweyî red kirin. Îmzevanan li hember krîmînalîzekirina protesto û muxalefetê, derxistina îtîrafan a di bin zextê de, darizandinên xwepêşandanan û darvekirina girtiyan a li ser bingeha tohmetên bê bingeh, bertek nîşan dan.
Di nava îmzevanên nameyê de berdevkê Yekîtiya Mamosteyên Îranê Mihemed Hebîbî, nivîskar Reza Xandan; civaknas û girtiyê siyasî yê berê Seîd Madanî, derhêner Şehrzad Arşadî, Mansour Behkîş a ji Malbatên Haveran, girtiya siyasî ya berê Athena Daemî, Janet Afarî, Turaj Atabakî, Hamîd Akbarî; Nayra Tawhidî, Fatama Şems û Parestu Foruhar cih girtin.