Ji 10 berendamên xeleta gerdûnî ya mamosteyan 7 jê jin in
10 berendamên xelata gerdûnî ya mamosteyan ên sala 2021’ê yên herî baş hatin aşkerekirin. Di nava welatên cuda yên cîhanê de di nava 10 mamosteyên herî baş de 7 ji wan mamosteyên jin in. Çîroka jiyana mamoste Soraya Motaharnia balkêş û mînak e, li eyaleta Kurdistanê ji bo jinên ciwan ên ji perewerdeyê bêpar mane derfeta perwerdeyê ava kir û bi xebatên xwe yên aktvîstî ji welatên cîhanê re dibe alîkar.
Navenda Nûçeyan- Îsal ji bo 7’emîn merasîma xelata gerdûnî ya mamosteyan a 2021’ê 10 berendam hatin aşkerekirin. Hilbijartina ku ji aliyê Weqfa Varkey û UNESCO ve hat kirin, Ane Stelman- Arjantîn, Breanna Heels- Kanada, Juline Anquetin- Raualt- Fransa, Keishia Thorpe- ABD, Rebecca West- Avustralya, Bryant Acar-Filipinler, David Swanston-Liverpol, Diana Lorena Rubio-Meksika, Evans Odei-Gana ji Îranê jî Soreya Motaharnîa ma fînalê.
Xelata mamosteyên gerdûnî ya 2021’ê di nava berendamên ku ketine listeyê de, di nava cîhanê de ji 121 welatan, di nava 8 hezaran zêdetir berendam û serlêdanan hatiye hilbijartin. Xelata mamosteyên gerdûnî ji bo ew mamosteyên herî baş û alîkariya herî zêde kiriye were naskirin di nava civaka mamsoteyan de ji bo erka wan a girîng hatiye avakirin. Xebata ku ji aliyê Weqfa Varkey ve tê kirin xelata xwendevanên gerdûnî jî tê belavkirin.
Ji Îranê heta eyaleta Kurdistanê Soreya Motaharnia
Soraya Motaharnia dayika du zarokan e yek 12 salî ye yek jî 8 salî ye. Di nava 30 salên pîşeya xwe de ji bo xwendekarên ku nikarin bixwînin, derfeta xwendinê ji bo wan peyda kir. Dema zanîngeh qedand li paytexta eyaleta Kurdistanê Sineyê li gundekî tayîna wê ya mamostehiyê derdikeve û di hemû jiyana xwe ya pîşeyî da ji bo xwendekarên ku derfetên wan ên xwendinê tune ye û ji ber vê hatiye hilbijartin. Soraya Motaharnia ne tenê alîkariya xwendekaran dikir ji bo jinên aktivîst û yên ji hevjînên xwe cuda bûne derfetên kar ava kir, bi civakê da qezenckirin. Li Kirmanşahê ji bo qurbaniyên erdhejê û li Loristanê ew mirovên ku ji lêhiyê bi bandor bûne pere kom kir û alîkarî da bi hezaran zêdetir kesên pêdiviyên alikariyê ne.
Li Îranê du salan weke mamosteya herî baş hat hilbijartin
Soraya Motaharnia der barê hilbijartina xwe de ev tişt parve kir û got: “Ev encamên xebata 30 salan e, min serkeftina xwendekarên xwe dît, gelek ji wan piştî ku zanîngeh temam kirin di karên taybet de dixebitin û pîşeyên xwe berdewam dikin. Serkeftina herî mezin ew bû ku hejmara kesên ku dest ji dibistanê berdan daket sifir. Li ser hev du salan li Îranê weke memosteya herî baş hatim hilbijartin û min gelek xelat girtin.”
“Perwerde mifteya baweriya bi pêşerojê ye”
Avakera weqfa Varkey Sunny Varkey der barê aşkerekirina berendaman de daxuyaniyek fermî da û wiha got: “Ez 10 berendaman pîroz dikim. Çîrokên wan, zêdebûna newekheviyên avhewayê, şewbên gerdûnî hemû zoriyên ku li pêşberî me ne. Divê girîngiya perwerdeyê neyê jibîrkirin. Ji bo pêşerojê divê em girîngî bidin perwerdeyê. Perwerde mifteya hevî û ewlehiya pêşerojê ye.”
Sala borî mamosteya gundî Hindiyan Ranjitsinh Disale şansa jiyana keçên dibistanên seretayî yên Hindistan, Paritewadi, Solapur, Maharashtra, Zilla Parishad guherand. Bi hevkariya UNESCO’yê xelata mamosteyan a gerdûnî ya sala 2020’an girt.
Werger: JINHA