Iraqê biryara girtina Tevgera Azadî, PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî, PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê werin girtin.

Navenda Nûçeyan- Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê ve,  bi biryarek ku di destpêkê de Êzidî, îradeya gelê Kurd û destkeftiyên wan dikin hedef, ragihand ku wê  Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê werin girtin.

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê ku destkeftî û îradeya gelê Kurd û bi taybetî gelê Êzidî dike hedef, bi hincetên bêbingeh biryar da ku Tevgera Azadî, PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê werin girtin.

Balkêş e ku biryara girtina partiyan bi taybetî jî PADÊ ku partiyek ji aliyê Êzidiyan ve hatiye damezrandin, di 10’emîn salvegera fermana Şengalê de derketiye. Biryara ku îro hatiye girtin dixwazin peyama ku dibêje civaka Êzidî piştî qirkirinê xwe careke din bi rêxistin kir û PADÊ ava kir  xwe bi rêxistin neke dide.

Bi vê biryara hat girtin, destkeftî û îradeya Êzidiyan ji destên wan tê girtin û ji bo Êzidiyan wê rê li ber pêvajoyek xeternak veke.

Serokê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî di 23’ê Tîrmehê de di nivîsînên hemû saziyên fermî yên dewletê de ferman dabû ku ji bo PKK’ê îfadeya ‘rêxistin qedexe’ were bikaranîn.