Rêveberiya Xweser 192 malbatên DAIŞ’ê radestî Iraqê dike

Îdareya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, îro 192 malbatên Iraqê ku hejmara wan 776 kesin, wê ji wargeha Holê vegerînin Iraqê.

Navenda Nûçeyan- Li gor ajansek Fransî, bi hemahengiya îdareya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, îro 192 malbatên Iraqê ku hejmara wan 776 kesin, wê ji wargeha Holê vegerînin Iraqê.

Heman çavkaniyê ragihand ku hemû malbatên Iraqê ên ji bo Iraqê hatine vegerandin, xizmên çeteyên DAIŞ’ê ne.

Hat destnîşan kirin ku ji bo vegera koçberan, Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi îdareya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re di nava hemahengiyê deye.